Li ABB Elektrîkê 40 karker ji kar hatin derxistin

STENBOL - Li ABB Elektrîkê ya ku Sendîkaya Yeketiya Metal-Îşê lê birêxistinkiriye 40 karker ji kar hatin derxistin.

Li navçeya Kartala Stenbolê li ABB Elektrîkê ya ku Sendîkaya Yeketiya Metal-Îşê lê birêxistinkiriye 40 karker ji kar hatin derxistin.

Derbarê mijarê de Serokê Sendîkaya Yeketiya Metal-Îşê ya Hejmar 1 Ozcan Atmaca ji Evrenselê re axivî û wiha got: “10 karker bi hinceta dîsîplîn, bikaranîna destûra zêde ji kar hatine derxistin, 30 karker jî ji ber dildarên teşwîqkirine ji kar hatine derxistin. Ji karkerên hatine derxistin re 6 maeşên brüt û 5 hezar û 500 lîre hatine dayîn. Ji ber di beşa trafoyê de kar bi temamî hatiye rawestandin tiştek wiha çêbûye.”

Atmaca, da zanîn ku derbarê ji kar derxistinan çalakî nayên pêkanîn û wiha axivî: “Me bi karkeran re axivî lê ji ber dizanin ku kar rawestayî ye naxwazin çalakiyan pêk bînin.”