'1’ê Gulanê dê bibe dengê aştî û Na’yê’

MÊRSÎN - Kedkarên ku dê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li Qada Cumhuriyetê ya Mêrsînê bên gel hev, diyar kirin ku ji bo demokrasiyek aştiyane û azadî bînin welat ew bang li hemû kesî dikin ku xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin.

Yek ji aliyên ku herî zêde ji OHAL û KHK’yan bi bandor bûne kedkarin, kedkar ji bo daxwaz û bertekên xwe yên li dijî vana bînin ziman dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Navnîşana kedkarên Mêrsînê ya 1’ê Gulanê Qada Cumhuriyetê ye. Sendîkayên karker û partiyên siyasî amadekariyên xwe yên ji bo mîtîngê bi dawî kirin û banga tevlîbûnê li her kesî kirin.

Serokê DÎSK’ê yê Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku AK Partî bi pêkanînên xwe dixwaze kedkaran bi çewisîne û wiha got: “Hikûmeta AKP’Ê bi qedexeyan dixwaze 1’ê Gulanê bixe bin zextan. Bi nêzîkatiyên xwe yên li dijî sendîkayên karkeran dixwazin karkeran ji têkoşîna birêxistinkirî dur bixe. Em ê di 1’ê Gulanê de dad, hiqûq, wekhevî û aştiyê biparêzin. Heta li vî welatî aştî pêkneyê, heta pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk neye çareserkirin aştî û azadî li vî welatî pêk nayê. Ji ber wê em ê di 1’ê Gulanê de li qadan ji bo aştî pêk were bi hemû hêza xwe biqîrin. Ji bo daxwazên kedkaran pêk bê destpêkê divê li welat îstîkrarbûn pêk bê. Ji ber vê destpêkê ji bo azadî û aştiyek demokratîk bê vî welatî em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin.”

Serokê EMEP’ê yê Mêrsînê Cevlîhan Surmelî dewletê bi hemû hêza xwe referandum di şertên OHAL’ê de pêk anî û wiha pêde çû: “Kedkar li dijî vê encama referanduma bigoman dê di 1’ê Gulanê de derkevin qadan û dê carek din diyar bikin ku pergalê naxwazin. Ji bo em pêşeroşek li ser bingehê aştî, demokrasî, biratî û wekheviyê ava bikin dê karker di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”

'JI BO BERDEWAMIYA NA’YÊ BIHERIKIN QADAN’

Serokê Egîtîm Sena Mêrsînê Sînan Muşlu, jî wiha axivî: “Bi tabloya derketiye holê gel ji sedî 56 got ‘Na’ û gel dê heman sekna xwe bibe qadên 1’ê Gulanê jî. Ji bo îxrackirin ji holê rabe, KHK bên betalkirin, OHAL bê rakirin emê daxwazên xwe bînin ziman û em ê di 1’ê Gulanê de derkevin qadan. Divê di 1’ê Gulanê de sekna ‘Na’ bê berdewamkirin.”