MERSİN - Karkerên çandiniyê bi kedek erzan dixebitin û heqê keda xwe dixwazin. Karkerê çandiniyê Mustafa Urkutur, anî ziman ku di nava zeviyan de bi kedek pir erzan dixebitin û dema heqê keda xwe dixwazin patronên zeviyan bi penaberen Sûriye gefan li wan dixwin.
Karkerên çandiniyê yên nava zeviyan her sal bi kedek erzan dixebitin û heqê keda wan tê xwarin. Bi taybet piştî penaberên Sûriye hatin Tirkiye, hêjmara karkerên betal zêde bû û ked bêtir erzan bû. Li Mêrsînê bi hezaran karkerên penaber ên Sûriye bi kedek gelek erzan karê zeviyan dikin. Hêjmara kerkerên zêde dibe sedem ku heqê kedê erzan bibe. Ji ber vê yekê di navbera karkerên penaber ên Sûriye û karkerên niştecîhî de alozî derdikeve. Di 17'ê Nîsanê de li taxa Adanalioglu ya Akdenîza Mêrsînê, di navbera karkerên penaber ên Sûriyeyî û şêniyên taxê de pevçûn derket. Piştî pevçûnê heta niha 3 hezar karkerên penaber ji Mêrsînê koç kirin û çûn bajar û navçeyên din bi cih bûn. Li gorî daneyan tê zanîn ku li navçeyên Tarsûs, Erdemlî û Silifke yên Mêrsînê nêzî 15 hezar welatiyên Sûriye karen çandiniyê dikin. Ji ber hêjmara karkerên penaber zêde bûn yewmiya karkeran jî ji sedî 40 kêm bû. Karkerên ku di navbera 42 - 55 TL dixebitîn, piştî karkerên penaber hatin herêmê êdî heqê yewmiyê 25-35 TL distînin. Niştecihên taxên Adanalioglu û Kazanli naxwazin penaber li vir bi kedek erzan bixebitin.
KARKERÊN SÛRIYE JI BO PATRONAN HINCET E
Karker Huseyin Yaman, anî ziman ku her çend welatiyên Sûriye piştî aloziyê koçber bûn û çûn jî dîsa patron bi karkerên penaber ên Sûriye gefan li wan dixwe. Yaman, anî ziman ku bê sîgorta rojê bi 45 TL kar dike û wiha got: "Berê karkerên Sûriye hebûn. Ji ber vê yekê heqê kêm dida wan. Lê niha karkerên Sûriye jî çûn. Vê carê karkerên sûriye jî çûn disa yewmiya wan kêm dide wan. Niha me bi penaberên Sûriye tehdît dike. Patron karkerên Sûriyeyî dikin hincet û heqê kêm didin me. Lê mesele ne karkerên Sûriye ne. Mesele feraseta patronan e. "
Karker Mustafa Urkutur jî anî ziman ku de ji bo karkeran tu tişt nayê guhertin û her dem keda karkeran tê binpêkirin û wiha got: "Keda karkeran ji sedî 99 ji ber helwest û feraseta karsaz û patronan e. Karsaz û patron di nava xwe de li hev dikin û biryarê didin. Dema yek 45 TL dide yê din naxwaze zêdetir bide. Heqê kedê karsaz diyar dike. Lê divê karker heqê keda xwe diyar bikin. Hina karkerên sûriye dikin hincet. Lê piştî karkerên Sûriye ji vir çûn jî tiştek nehat guhertin. Sedem ne karkerên Sûriye ne. "
Karkera çandiniyê ya Sûriyeyê Sabiha Alî jî anî ziman ku ew saet ji 07.00'ê sibehê heta 17.00’ê êvarî kar dikin û wiha got: "Em bi 35 TL dixebitin. Em ji heman malbatê 3 karker dixebitin û 11 kesan xwedî dikin. Em hefteyê 3 -4 rojan kar dikin û rojên din betal in. Heqê kîraya mal, fatoreyên av û ceyranê tiştek ji mere namîne. Li ser me politîkayê dikin. Ev ne raste. Ez tu wateyê nadin vê yekê. Bila me ji bo xwe nekin amûr û lîstika polîtikayên xwe."
Ahmet Kanbal - dihaber