Kedkarên Amedê dê 1’ê Gulanê li Îstasyonê pîroz bikin

AMED - Komîteya Amadekar a 1’ê Gualanê ya Amedê diyar kir ku dê pîrozbahî li Qada Îstasyonê bên kirin û gotin ku ew li bendê ne kedkar li qadê bin.

Koordînasyona Ked û Demokrasiyê û Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, derbarê mîtînga 1’ê Gulanê ya Amedê li Buroya Sendîkaya Kedkaran (BES) civÎnek çapemeniyê li dar xist. Serokê BES’a AMedê û endamê Komîteya Amadekar Bedîrhan Çetînkaya, diyar kir ku di encama hevdîtinên hatine kirin de biryar hatiye dayîn ku mîtîng li Qada Îstasyonê bê lidarxistin û dê di navbera saet 12.00-16.00’an de pêk bê.

Çetînkaya, da zanîn ku 1’ê Gulanê dê di bin siyas qedexeyên îktîdarê û şîdeta dewletê de bê pîrozkirin û wiha got: “Em ê li dijî feraseta rejîma ku hiqûq, demokrasî, mafên bingehîn ên gerdûnî û azadiyê tune dihesibîne, îsal ji salên din cudatir, bihêztir û girseyîtir kombibin me vê wekî peywirekê dibinin. Em wekî rêxistinên ked û pîşeyê, bi hemû saziyên ku dile wan ji bo ked, demokrasî, mafê mirovan û dadê lê dide re dixwazin bêjin ku em ê bi çoş û Na li Qada Îstasyona Amedê hevdîtina 1’ê Gulanê di nava yeketiyê de birêxistin bikin.”

DBP: EM Ê DI 1’Ê GULANÊ DE LIGEL KEDKARAN BIN

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî derbarê 1’ê Gulanê de li Buroya Navenda Şêwirmendiya Giştî ya Amedê civînek çapemeniyê li darxist. Di civînê de Serokwekîla Hevserokên Giştî yên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek axivî. Şîmşek, anî ziman ku ew wekî DBP’ê dê di 1’ê Gulanê de ligel kedkaran cihê xwe bigirin û wiha axivî: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê bêkarî her ku diçe zêdetir dibe. Ev encama zîhniyeta kapîtalîstê ye. Karker û kedkar wekî dixwazin nikarin bijîn. Wekî DBP em ê tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin. Me çawa Na qêriya em ê li qadên 1’^3e Gulanê jî Na’yê biqêrin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”

Civîn piştî daxuyaniyê bi dawî bû.