Aşê kevirî li hemberî demê li ber xwe dide

COLEMÊRG - Aşê kevirî yê li gundê Biyadîrê yê Çelê ye, li dijî demê li ber xwe dide. Gelên herêmê havînan ji bo arvan û payîzan jî ji bo tihînê vî aşî bi kar tînin. Halûk Kaynak ê ku aşê ji bavê wî jê re mayî dixebitîne anî ziman ku, genim û kuncî bi saya vî aşî li ser sifra gelê herêmê cihê xwe digirin.

Aşê avî yê li gundê Biyadîrê yê Çelêya Colemêrgê, hema bêje li dijî dem û teknolojiyê li ber xwe dide. Li aşê kevirî yê zêdeyî salekê ye li herêmê tê xebitandin, gelê herêmê havînan î ji bo arvanê û payîzan jî ji bo tihînê bi kar tînin. Halûk Kaynak ê ku aşê kevirî ji bavî wê jê re maye û dixebitîne anî ziman ku, genim û kuncî bi saya vî aşî li ser sifra gelê herêmê cihê xwe digirin û got, ew ji ber vî karê xwe bextewar e.

PAYÎZAN KAR ZÊDE YE

Kaynak diyar kir ku, aş herî zêde di payîzê de dixebite û got, ji navenda Çelê, gundên wê û heta ji navçeyên hawirdorê jî welatî ji bo tihîna bi kuncî çêbikin, debrên xwe tînin vir.

‘BAVÊ MIN 80 SALÊ XWE LI VIR DERBAS KIR'

Kaynak anî ziman ku, ew ji vî karî tu pereyî wernagire û got, ji kuncî û genimê ku dihêre, ji 10 paran parekê werdigire. Kayank got ew bi vî awayî debara malbata xwe dike û anî ziman ku, ew dixwaze vî pîşeyê ji bavî wî jê re maye, dewrî zarokên xwe bike.Kaynak wiha axivî:"Ev aş ji sed salî zêdetir e li vir e. Bavê min di 80 saliya xwe de mir û hemû jiyana xwe li vî aşî derbas kir. Piştî bavê xwe ez didomînim. Em vî aşî jî, di hin serdemên salê de li gor pêdiviyan bi kar tînin. Em havînan genim dihêrin. Em di vê demsalê de jî, kunciyên gundiyan dihêrin."

KUNCÎ BI DARAN TÊN KUTAN

Kaynak ê behsa çêkirina tihînê kir wiha domand:"Em pêşî kunciyên gundiyan dixin nav avê. Roja din dema em wan ji nav avê derdixin, vê carê dixin kîsan û bi daran dikutin û wan ji qalikan xalî dikin. Pişt re em wan dixin nav ava bi xwê. dawiyê em dubare bi ava asasyî wan dişon û em li xemîreya ku li kêleka aşî ye wan diqelînin. Li gor daxwaza, piştî qelandinê jin bi alîkariya perwaneyê qalikên mayî jî ji wan xalî dikin. Dema kuncî wek tenên birincê spî dibin, em wna ji bo hêrandinê tînin aş."

BI HER AWAYÎ XWEZAYÎ YE

Nacî Îlhan ê ku kuncî anîne aşî dibêje, ew kunciyên ku di gulanê de çandine û di payîzê de ew çinîne, hinekî ji wan ji bo tihînê vediqetînin û hinekî ji wan jî difiroşin. Îlhan tîne ziman ku, tihîna ku ew çêdikin bi temamî xwezayî ye û wiha dibêje:"Wek deverên din, em tu tiştî tevlî nakin. Ji ber vê ye bi sala ye tihîna Biyadîrê tu tişt ji xwe kêm nekiriye." Ji gundiyan Abdûrrahman Îlhan jî dibêje ev du roj e, ew li aşî kunciyan dihêrin û wiha got:"Li vê herêmê tenê em debara xwe bi genim û kunciyan dikin. Herêma me pir biber e û em bi sala ye debara xwe bi vî awayî dikin."