ÎZMÎR - 12’emîn Mihrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî, dest pê kir. Mihrîcana ku îro dest pê kir dê heta 7'ê Gulanê bidome.
12'emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî ku îro dest pê kir dê heta 7'ê Gulanê bidome. Mihrîcan îsal bi naveroka “cesaret” tê lidarxistin. Mihrîcan dê jiyan, têkoşîn û serpêhatiyên karkerên Tirkiye û çar aliyên cîhanê bi fîlman bîne pêşberî temaşevanan. Fîlmên karkeran dê di navbera 1 - 7'ê Gulanê de ji bo temaşevanan bê pêşandan. Mihrîcan dê îsal li Îzmirê û gelek navçeyên Îzmîrê bê lidarxistin. Fîlmên di mihrîcanê de bên pêşandan dê bi granî li ser belgefîlman bin. Di mihrîcanê de dê 50 film bên pêşandan. Fîlmên di mihrîcanê de bên pêşandan dê li salonên Navenda Çandê ya Fransiz, Navenda Çandê ya Îsmet Înonu, Arşîva Bajar a Ahmet Piriştina, Navendahunerê ya Ege û Sînemaya Konakê dê pêşkêşî temaşevanan bên kirin. Fîlm dê belaş bên pêşandan û her kes karibe temaşe bike. Fîlmê ewil ê mihrîcanê dê roja ewil di 2'ê Gulanê de bi fîlmê "Rojek mukemmel" ê derhênirya wê Oguzhan Kaya dike dest pê bike.
TÊKOŞÎNA KARKERÊN CÎHANÊ DIDE PÊŞANDAN
Mihrîcana ku di 2'ê Gulanê saet di 19.00'an de bi meşê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan dest pê bike de di 6'ê Nîsanê de li ber Navenda Jiyana Hemdem a Turkan Saylan bi fîlmên “Başka”, “Dokunuş” û di 7'ê Gulanê de jî bi fîlmên "Kîbar Feyzo li Navenda Etuta Charlie Chaplin û Kargeriya Atolyeyê Sînemaya Servekirî bi dawî bibe. Mihrîcan dê ji aliyê saziyên SÎN-SEN, DEV Saglik Îş, Bîrleşîk Metal- Îş, Hava Îş, Petrol Îş, Teez Kop Îş, Ses, Yekîtiya Tabîbên Tirk, Malên Gel û Sendika.orgê ve tê lidarxistin. Mihrîcana Fîlm ku ji ekîba 15 kesan pêk bê, li navçeyên Îzmirê jî bên pêşandan.
Rêveberê Malên Gel Ugur Goçmuş diyar kir ku îsal 12’emîn mihrîcana fîlm pêk tînin û bi van mihrîcanan armanc dikin ku hilberîn, keda karkeran bidin pêşandan. Goçmuş, anî ziman ku ji bo bê famkirin ku ked û hilberîna karkeran çawa tê xwarin, keda wan çawa tê binpêkirin û li hemberî vê mêtingeriyê têkoşîn û berxwedanek çawa tê meşandin bidin pêşandan. Goçmuş, anî ziman ku mihrîcan di navbera civak û karkeran de wekî pirekê ye û dê hefteyekî berdewam bike û wiha got: "Em ji bo nîşan bidin ku di 16'ê Nîsanê de "Na" neqediya ye em dê li qadan bin. Naveroka fîlmên me yên îsal wêrekî û cesaret e. Em dibêjin wêrekî wekî nexweşiyekê belav dibe û xwe di her kesî de dide der.
Goçmuş, da zanîn ku dema gavên wêrkî bên avêtin gelek destkefî tên destxistin û wiha bi dawi kir: "2 salin ked tê xwarin. Me dît ku pergala yek mirovî dê kedê bêtir binpê bike. Fîlmên ku bên pêşandan bêtir milê wêrekî, hevî û parastina kedê derdixe pêş. Em dê li ser wêrekî û têkoşînê bi axivin. Keça Yilmaz Guney Elif Guney dê di nava me de cihê xwe bigire. Dê dê fîlm li kolanan û salonên vekirî bên pêşandan.