STENBOL - Hak-Îş, di bin parastina polîsan te ket Qada Taksîmê ya ji karker û kedkaran re hatiye qedexekirin û qewzegul danî qadê.
Qada Taksîmê ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulane hatiye qedexekirin ji şevê din were ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku tu partiyên siyasî û sendîka bikevin qadê lê Hak-Îş ku bi nêzîkbûna ya ji bo hikûmetê tê nasîn di bin parastina polîsan de ket qadê. Endamên Hak-Îşê yên qewzegul danîn ber Abîdeya Cumhuriyetê, dirûşmeya “Taksîm qada 1’ê Gulanê ye” berz kirin.
Endamên Hak-Îş ên ku nîvsaetê li derveyî bariyeran rawestiyan piştre bi dirûşmeyan ji qadê durketin.