STENBOL - Karker û kedkarên di bin baneyên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB'ê de li qadên cuda kom bûn ji bo li qada Bakırkoyê 1'ê Gulanê piroz bikin dest bi meşê kirin. Nûnerên partî, jin, karker, sendîka, û rêxistinên cuda bi pankartên xwe bi kortejan dimeşin qadê û siloganên “Na em bi ser ketin. Em nas nakin" dimeşin.
Îro 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li gelek bajarên Tirkiye û cîhanê tê pîrozkirin. Karkerên dimeşin qadan heqê ked, parastina mafê xwe yê kidemê dixwazin. Dîsa dixwazin karker û kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin dîsa li karê xwe vegerin. Karker her wiha dixwazin mafê grevê bê dayîn û OHAL bi dawî bibe. Karkerên ku li Qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê mîtîngê pêk bînin ji gelek navçeyên cuda bi kortej û pankartan dest bi meşê kirin. Karker û kedkarên di pêşengiya sendîka û partiyên wekî KESK, HDP, CHP, DİP, EHP, SEP, KOZ, TTB, BHH, Divriği Kultur, EMEP, Malên Gel, Kaldiraç, TKH, Tevgera Jinan û gelke saziyên sivîl ên civakî li Rawestgeha Încirli Dikilitaşê kom bûn. Karkerên di pêşengiya DİSK, TMMOB, SMMMO, SODEV, TKP û DSP’e de jî li pêş AVM ya Foruma Marmarayê kom bûn.
Li qada mîtîngê ku ji 2 nokteyan de karker têkevin hundir ji duh ve polîsan noteyên lêgerînê danîn. Bi hezaran polîs li qadê hatin peywirdarkirin. Karkerên di pêşengiya DİSK, TMMOB, KESK û TTB'ê de hatin cem hev bi pankart û dowizên xwe kortej ava kirin û dest bi meşê kirin û hatin li pêş AVM ya Marmara Forumê kom bûn. Karkeran li vir pankarta "Ji bo Ked, Demokrasî û Astiyê Bijî 1'ê Gulanê" vekirin. Li pişt pankarta mezin jî korteja karkerên DİSK'ê hat avakirin. Karkerên DİSK'ê li pêş korteja xwe pankarta "50'emîn sala avakirina DÎSK'ê, 40'emîn salvegera Komujiya 1'ê Gulana 1977'an" vekirin. Li pişt pankarta DÎSK'ê sendîkayên di bin baneyê DÎSK'ê de cihê xwe girtin. Li ser pankartên wan jî bi kurdî û tirkî "Bijî 1'ê Gulanê" hat vekirin. Li pişt DÎSK'ê jî korteja TMMOB'ê û partiyên siyasî cihê xwe girtin.
Li Rawestgeha Dikilitaşê jî kortejê dest bi meşê kir. Di pêşiya kortejê de karkerên KESK û TMMOB'ê cihê xwe girtin û pankartên “Na em bi ser ketin. Em nas nakin" vekirin. Karkeran pankartên sendîkayan û alên partiyên siyasî vekirin û bi siloganan dest bi meşêkirin.
JIN BI RENGÊ XWE DAKETIN QADAN
Jinan jî bi rengên xwe pankart û alên xwe vekirin dest bi meşê kirin. Jinan bi siloganên “Ger ku jin azad bin cîhan dê biheje" û “Jin, jîyan azadî” berz kirin û meşiyan. Bi hezaran karker, kedkar, jin û partiyên siyasî bi rengê xwe û nasnameyên xwe daketin qadan û meşiyan. Kurd, tirk, pomak, çarkez, laz, ermenî jî bi alên xwe daketin qadê û dimeşin. Sendîkayên karkeran û kedkaran bi alên xwe û fîguhêr li ser pankartan daxwaz û rexneyên xwe anîn ziman.Dîsa karkeran posterên Deniz Gezmiş, Mahir Çayan, Îbrahim Kaypakkaya, Ulaş Bardakçi vekirin.
Meşa karkeran bi silogan û stranan ber bi qadê ve didome. Li Platforma qada mitîngê pankarta mezin a "Ji bo Ked, Aştî û Demokrasiyê Bijî 1'ê Gulanê" vekirin. Girse hêdî hêdî li qadê kom dibe û meş didome.
Li qadê ji bo çapemeniyê jî dik hat avakirin û bi dehan nûnerên çapemeniyê û nûçegîhanan cihê xwe li ser dikê girtin.
Herikîna qadê didome.