EDENE - Karkerên ku mecbûrin di 1’ê Gulanê de jî bixebitin diyar kirin ku ew her roj dixebitin û gotin: "1’ê Gulanê cejna karkeran nîne. Ger îro cejna me bûya em dê nexebitiyana."
Karkerên di Herêma Sanayî ya Edeneyê dixebtin ligel ku bêhndane fermî ye jî 1’ê Gulanê bi xebatê pêşwazî dikin. Karkerê bi navê Ahmet Tek, diyar kir ku ligel ku cejne jî ew dixebitin û wiha got: “Hûn halê me dibinin. 1’ê Gulanê cejna karkeran ji bo me ferq nake. Em ji bo debara xwe bikin dixebitin.” Karkerê bi navê Kadîr Yalçin, anî ziman ku kedkar ji bo karê xwe winda nekin mecbûrin bixebitin. Murat Buşaî, bi lêv kir ku 1’ê Gulanê cejna karkerên ku ewlehiya karê wan heye ye û ew rojekê ne xebitin dê birçî bimînin.
Karkerê bi navê Osman Atam jî wiha axivî: “1’ê Gulanê cejna karkeran nîne. Ger cejna me ba me îro kar nedikir.”