ENQERE - Cejan 1’ê Gulanê ya Enqereyê li tenişta cihê Qetlîma 10’ê Cotmehê ya GAR'ê destpêkir. Di mîtînga ku li Qada Kolejê berdewam dike de, rêxistinên jin û ciwanan, xebatkarên civakê yên hatine îxrackirin eleqeyek mezin nîşanî mîtîngê dan û pankartên ku têde “Dîktator, zilamek, qesra qeçex, OHAK û KHK” hene hatin astengkirin.
Cejan 1’ê Gulanê ya Enqereyê di saetên sibê de li cihê Qetlîama 10’ê Cotmehê li ber Garê destpê kir. Piştî bîranînê rêxistinên girseya demokratîk ji taxa DîkÎmevî ber bi qada mîtîngê Qada Kolejê bi dirûşmeya “N abi dawî nebûye” ve meşiyan. Bi banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê, partiyên siyasî û saziyên din, rêxisitinên jin-ciwanan, rêxistinên bawerî-nasnameyan û rêxistinên civaka sivîl tevlî mîtîngê bûn.
Li qada mîtîngê ligel polîsan komîteya amadekar a 1’ê Gulanê jî tedbîr girtin. Polîsan bi cihaza X-Ray lêgerîn pêk anîn û piştre jî rêxistinên kedê lêgerîna xwe pêk anîn.
Pankartên Odeya Endezyaran a “Ji Qesra qeçex ber bi referanduma qeçex Na” ne hiştin bikeve qadê û pankartên li ser “dîktator, yekzilamî, OHAL û KHK’ hatine nivîsîn jî nehiştin bikevin qadê.
MALBATÊN 10’Ê COTMEHÊ LI QADÊ NE
Malbatên ku xizmên wan di Qetlîama Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bi dirûşmeya “aştî” ketin qadê. Malbat bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane meşiyan qadê.
Mîtînga li Qada Kolejê bi axaftin û çoşa welatiyan berdewam dike.