Marmara: Em teslîma pergala talankeriyê nabin

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran karkerên li bajarên Kocaeli, Bursa û Edirneyê 1'ê Gulanê pîroz kirin diyar kirin ku ew teslîmî pergala mêtînger û talanker nabin.

Bi hezaran karker û kedkarên daketin qadan, 1'ê Gulanê pîroz bikin kirin û pergala hikûmetê rexne kirin. Karkeran gotin "Na hêj xelas nebûye" û daxwazên xwe qerîyan.

KOCAELÎ

Li Kocaeliyê nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, Malên Gel, Kolektifa Xwendekaran, EMEP, CHP, HDP, DSP'ê û gelek saziyên sivîl û rêxistinê demokratik li Parka Mafên Mirovan a Kocaeliyê kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bi pankart, dowîz û siloganan 1'ê Gulanê pîroz kir û daxwazên xwe anîn ziman.

BÛRSA

Bi hezaran karker li kolana Çarşamba li pêş MEB'ê kom bûn û meşiyan Statduyam Ataturk. Endam û nûnerên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, CHP û HDP'ê rexistinên civakî meşiyan û pankart û dowîz vekirin.
Nûnerên karkeran li vir xaftin kirin û tundiya li dijî kedê û mafê karkeran şermezar kirin û heqê keda xwe xwestin.

EDİRNE

Li Edîrneyê jî di pêşengiya DÎSK'ê de bi hezaran karker li Qada Ataturkê kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran bi pankart, dowîz û alên xwe daxwazên xwe anîn ziman.