Çûkûrova ber bi qada 1'ê Gulanê ve herikî

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çûkûrovayê bi deh hezaran kes hatin gel hev û ber bi mîtînga 1'ê Gulanê ve herikîn. Li Mêrsînê, girseyê bi sekna xwe guh neda hewldanên astengiya walîtiyê û polîsan û berzkirina dirûşmeya "Na"yê ber bi qadên mîtîngê ve herikî.

Li Edeneyê KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Baroya Amedê bi dirûşmeya "Ji Referandûma Rejîma OHAL(KHK'yan ber bi Adana'da KESK, DİSK, TMMOB, TTB ve Adana Barosu, “OHAL/KHK Rejiminde Referandumdan 1 Mayıs’a; 'ê Gulanê ve; Ji Kedxwarî, ji Xizanî, ji Bêewletiyê, ji Şer, ji Faşîzmê re Na" li ber Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînanê hatin gel hev. Girseya hat qadê di du noqteyên lêgerînê re derbas bû û piştî derbasbûyînî bi awayekî kortejî mejiyan. Her partî, sendîka û STK bi ala û pankartên xwe di kortejê de cih girtin.

Pankarta wêneyên kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji destan li ser bû û li ser "Şehîdên me yên aştiyê" nivîsandî bû, li pêşiya kortejê bû. Ji wesayîta anonsê ya CHP'ê jî, stranên kurdî hatinn lêxistin. Kortejên ku pankartên li ser "Ji bo Ked, Aştî, Azadî û Edaletê Bijî Üzerinde Ankara katliamında yaşamını yitirenlerin fotoğraflarının bulunduğu 'ê Gulanê", "Bijî 1'ê Gulanê", "Li Dijî Xebata Taşeronî, Karkeriya Bikirê, Xespa Tazmînata Kidemî Bijî 1'ê Gulanê", "Dest Nede Nûçeya Min", "Parêzî Bêdeng Nabe, Dê Nebe", "Ji Faşîzmê re Na, Bijî Komara Demokratîk, Bijî 1'ê Gulanê" û "Li dijî Rejîma Qesrê Têkoşîna Rêxistinbûyî" nivîsandî hilgirtibûn, ber bi Qada Ugur Mumcu ve meşiyan.

DI DEMA MEŞÊ DE TIM 'NA'

Koma Erbaneyê ya Jinan a NÇM'a Edeneyê jî bi erbaneyên xwe di meşê de cih girt. Di meşa ku her tim 'Na' dihat berzkirin de, kedkaran ji bo jiyana wekhev û ewletiya karî bang kirin. Her wiha xebatkarên çapemeniyê yên di meşê de cih girtin jî dirûşmeya "Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin" berz kirin. Di korteja HDP û HDK'ê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana YPG û YPJ'ê" hatin berzkirin. Dema qirse di ber avahiya AK Partiya Bajêr re derbas bû, girse di aleyha AK Partiyê de dirûşme berzkirin.

Girseya ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin, bi axaftinan didome.

MÊRSÎN

Piştî ji bo meşê daxwaza Komîteya Amadekar a Mêrsînê, ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin partiyên siyasî, sendîka û komele bang kirin ku, ew ê li ber avahiyên xwe kom bibin. Girseya ku li ber sendîka, partiyên siyasî û komeleyan hatin gel hev, ji vir dest bi meşê kirin. Li ser hemû astengiyên polîsan jî kortejên meşê yên ji noqteyên cuda hatin destpêkirin, li herêmên bajêr ên din jî berbelav bûn.

Piştî ku polîsan hewl da meşê asteng bike, girseyê bi berzkirina dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Li dijî taşerontiyê mil bidin hevdu", "Hîn 'Na' neqediyaye, nû dest pê dike" û "Dê roj bê û AKP hesab bide gel" bersiv da astengiyên polîsan. Bi destpêkirina meşê re di serî de Kolana Îstîklalê, hemû kolan ji çûnhatinê re hatin astengkirin. Li gel hemû astengiyan jî girse li Parka Zarokên Azad hatin gel hev. Girse ji vir jî ber bi Qada Cûmhûriyetê ve meşiya. Piştî lêgerînê polîsan pankarta Kolektîfa Xwendekaran a li ser "Serokomarê bêdîplome, Serokê Bêmohr" desteserkirin.

'AKP'A DIZEK'

Pankart û dovîzên kesên ketin qadê hemû yeko yeko hatin xwendin. Dema karkerên Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayînî wê hat kirin bi pankarta li ser "Kesên 'Na'yên me dizîn, şaredariyên me xesp kirin. Ji Qeyûman re Na. Em Karê Xwe Dixwazin" nivîsandî ketin qadê, bi yek dengî dirûşmeya "AKP'a dizek" hat berzkirin.

Li qada mîtîngê hawirdorparêz jî cihê xwe girtin. Hawirdorparêzan li dijî Santralên Nukleerî yên li Mêrsîn û Sînopê tên çêkirin bertek nîşan dan. Li platformê pankarta li ser "Nukleer Şerm e, Bila Bê Rawestandin. Ne li Akkûyûyê, Ne li Sînopê, Ne jî li Cîhanê Em Santralên Nukleerî Naxwazin" nivîsandî hat daliqandin. Piştî ku girse hemû ketin qadê, girse bi yek dengî dirûşmeya "Bijî 1'ê Gulanê" berz kir.

Mîtînga ku bi deh hezaran kes beşdarî wê bûn bi rêzgirtinê dest pê kir.

HATAY

Li Îskenderûna Hatayê jî, Egîtîm-Sen, DÎSK, SES, Tumbel Sen, Egîtîm-Îş, TMMOB, ADD, Komeleya Mafên Civakî, Tevgera Hezîranê, SYKP, HDP û CHP li ber daîreya mahrkirinê hatin gel hev û bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Qada Biryardariyê ve meşiyan. Di meşê de dowîzên li ser "Ji Şer re Na", "Ji Talankirina Xwezayê re Na", "Em ê Nebin Koleyên Kapîtalîzmê", "Hûn Nikarin 'Na'yên di sindoqan de bifetisînin" û "Bijî 1'ê Gulanê" nivîsandî hatin hilgirtin.

Jinan jî pankarta li ser "Na Neqediyaye, Berdewam e" nivîsandî hilgirtin û kedkarên KESK'ê jî pankarta li ser "Em Ji Bo Tirkiyeyeke Demokratîk Têdikoşin" nivîsandî hilgirtin.

ANTALYA

Li Antalyayê jî KESK, DÎSK, TMMOB, TTB li Parka Aydin Kanza hatin gel hev. Piştî lêgerînan girse bi awayekî kortejî li qadê cihê xw egirt. Girse pankartên li ser "Ji bo Ked, Aştî, Azadî û Edaletê Bijî 1'ê Gulanê", "Bijî 1'ê Gulanê", "Li Dijî Taşerontiyê, Xespa Tazmînatê Bijî 1'ê Gulanê", "Ji Mirinên Biguman re Na", "Dest Nede Nûçeya Min", "Parêzî Bêdeng Nebûye, Nabe Jî", "Ji Dîktatorî, Ji Rejîma Yekparêzî re Na", "Bijî Komara Demokratîk", "Li Dijî Rejîma Qesrê Têkoşîna Rêxistinbûyî" nivîsandî hilgirt û ber bi Qada Komarê ve meşiya.