Muftuoglu yê hat îxrackirin: Em li dijî polîtîkayên tirsê serî netewînin

STENBOL - Akademîsyen û hîndekarê Zanîngeha Marmara Yrd. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu yê bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku li zanîngeha fikra azad tune be zanîngeh nikarin li gorî rêgezên gerdûnî tev bigerin. Em akademisyen neçarin li dijî polîtikaya tirsê rawestin."

Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hikûmetê OHAL îlan kir û KHK li ser KHK'ê îlan dike. Heta niha bi KHK yan zêdetirî 100 hezar karmend û akademîsyen ji kar îxrac kirin. Herî dawî bi KHK'yên hêjmar 689 û 690'an 484 akademîsyen hatin îxrackirin. Bi KHK'ya dawî akademîsyen û hîndekarê Zanîngeha Marmara Yrd. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu jî hat îxrackirin. Muftuoglu, politîkayên hikûmetê yên OHAL û KHK'yan nirxand.


'OHAL KIRIN FIRSEND'

Muftuoglu, anî ziman ku piştî AKP di 7'ê Hezîrana 2015'an de bi serê xwe nebû îktîdar, dest bi polîtîkayên zordarî û tundiyê kirin û piştî hilbijartina 1'ê Mijdarê zext û tundiya li ser muxalifan zêdetir kir. Muftuoglu, anî ziman ku îktîdar bi armanca dengê muxalif û hêzên cuda bi tundî, zext û zordariyê bitepisîne pişti 15'ê Tîrmehê OHAL îlan kir û wiha got: "Piştî OHAL'ê niha Tirkiye bi KHK'yan bi rêve dibe. Hikûmetê piştî OHAL ilan kir OHAL ji bo xwe kir firsend. Hemû kesên wekî wan nafikirin û serî li hemberî wan natewînin û xizmeta wan nakin wekî dijmin bi nav kirin û dest bi girtin û îxracan kirin. Qeyûm tayîni şaredariyan kirin. Saziyên çapemenî girtin û hîndekarên zanîngehan îxrac kirin. Hemû kedkarên cemaweriyê yên xizmeta wan nekirin û serî netewandin li derve hiştin. Hemû karkermend kirin karmendên AKP'ê. Îxracên li Zanîngehan jî perçeyê vê yekê ye."

'FIKRA AZAD TUNE BE ZANÎNGEH BÊ WATE YE'

Muftuoglu, destnîşan kir ku bi îxracan êdî akademîyan erk û peywira xwe winda kiriye û wiha got: "Zanîngeh cihên fikrên azad in. Ger ku li zanîngehan fikir ne azad bin zanîngeh wateya xwe winda dikin. Niha zanîngehan erka xwe winda kiriye. Ger ku hindekar ji ber fikrên xwe ji zanîngehê bên avêtin û dûrxistin ne pekan e ku li zanîngehan fikir azad be. Bi vî rengî erka zanîngehê ya gerdûnî j holê radibe. Tirs li zanîngehan serdest be, zanîngeh ji erka gerdûnî dûr dikevin. Divê her tişt azad be û lêkolîn û lêgerîn azad be. Armanca hemû zextan û zextên li ser hemû sazî û kesan ewe ku civakê bêdeng bikin û bikin koleyên xwe. Dixwazin civakê bêtir xizan bikin û hemû mafên wan ji destê wan bigirin. "

'CIVAK BI RENG Û CUDAHIYÊN XWE DI NAVA AŞTIYÊ DE DIJÎN'

Muftuoglu, herî dawî destnişan kir ku bi referanduma qanûna bingehîn bêhna demokrasiyê jî ji holê rakirin û cihê ku civak xwe lê îfade bikin nehiştin. Şertê ku civak di nava aştiyê de bijî yê herî sereke ewe ku her kes bi reng û baweriyên xwe bi hevre bijîn e. Divê her kes karibe azad xwe bi rêxistin bike. Her kes azad karibe xwe îfade bike. Niha wekîl di girtîgehan de ne. Aştiya civakî dê çapa peş bikeve. Aramî û serektina aboriyê dê çawa peş bikeve. Divê em li hemberî vê tirsê bi wêrekî tev bigerin û vê tirsê ji ser xwe bavêjin. Divê em bi hevre rastiyê bibînin û rastiyê bi civakê re parve bikin. Divê em zanyar pêşengiyê ji civakê re bikin. Ger ku dengê civakê bê qutkirin civak aram û azad nabe. Ev polîtîkayên zext û zordariyê bandora xwe li ser aboriyê jî dike. Bêtir aborî lawaz dibe û kirîza aborî zêdetir dibe. Tirkiye êdî hêza xwe wina diriye. Li cihê ku azadiya ramanê û azadiya rêxistinbûnê tune be aorî pêş nakeve. Bi OHAL'ê aborî pêş nakeve. Ger ku aborî bi ser nekeve îktîdara siyasî jî bi ser nakeve."