'Fermo bila ew bên û bi vî pereyî debara xwe bikin'

RIHA - Firoşkarê "paliza"yê Îsmaîl Demir, bang li rayedarên ku mizeya kêmtirîn diyar dikin kir û wiha got: "Heke karibin bi vî pereyî debara xwe bikin, fermo bila bên û debara xwe bikin."

Îsmaîl Demîr ê ku li Taxa Yavûz Selîm a navçeya navendî Halîliye ya Rihayê dijî, bi şekirê nîşaştayê, şekirê pûdrayî, cemeda rindekirî û şerbetê "Paliza" bi navê xwe yê dîtir "bîcî bîcî"yê çêdike û pê debara xwe dike. Demir, serê sibehê zû bîcî bîciyên çêdike datîne ser tableya xwe û heta danê nîvro li dibistanan digere. Piştî nîvro jî berê xwe dide deverên qelebalix ên bajêr û bi vî awayî debara xwe dike.

Demir, heta 6 meh berê jî li Pîşezasiya Organîzeyê ya 1'emîn bi mizeya kêmtirîn li fabrîkayeke benikan dixebitî. Ji ber ku nikaribûye bi mizeya kêmtirîn debara xwe bike dev ji karê xwe yê li fabrîkayê berdaye. Demir, anî ziman ku yê xwêdanê dirijîne kedkar e, lê yê heqedesta herî kêm distîne dîsa kedkar e.

'DEBAR BI MIZEYA KÊMTIRÎN NABE'

Bavê 3 zarokan Demir ê 28 salî, ragihand ku ji bo di warê aborî de malbata wî mexdûr nebe, wî di salên dawî yên xebata fabrîkayê de, di ber karê xwe yê benikan de firoşkariya geroke jî kiriye û got ku, vê carê jî ji ber bedena wî zaf diwestiya êdî hatibû asta ku nikaribe bixebite. Demir, dest nîşan kir ku ji ber zor û zehmetiyan diviya ku wî di navbera her du karan de tercîhekê bike û got ku, wî dev ji karê bimeaş berdaye û firoşkariya geroke domandiye. Demir wiha axivî: "Dema min dev ji fabrîkayê berda min mehê hezar û 300 lîre distend. Niha bûye hezar û 400 lîre, lê ferqek tune ye. Êdî divê hin kes fêm bikin, li vî welatî mirov nikarin debara xwe bi mizeya kêmtirîn bikin."

‘NAN LI KUDERÊ BE EZ LI WIR IM'

Demir, îşaret pê kir ku li Tirkiyeyê debara malbatê her diçe zehmetir dibe û wiha got: "Ji cîranê xwe hînî çêkirina bîcî bîciyê bûm. Qedehek nîşasta bera nava 5 qedeh avê didim. Tabî pêşî avê dikelînim, paşê nîşastayê tevlî dikimê. Dema dibe wek mihlebiyê, paşê vala dikim tebsiyê û nêzî 4 saetan radiwestînim. Paşê bîcî bîciyên dikim dîlim dîlim. Herî dawî jî şekir, vanîlya, av û şerbetê tevlî cemeda rindekirî dikim û berpêşî kirîgeran dikim. Li cem bîcî biciyan çerezan jî difiroşim. Bîcî bîcî û çerezan bi lîreyekê difiroşim. Heke hûn bêjin bi vî karî jî debara we dibe, na bi vî karî jî debara me nabe. Lê belê, li gor mizeya kêmtirîn baştir e. Kuderê qelebalix be diçim wir. Dema çalakiyên wek mîtîngan hebin, bêtir qezenc dikim. Yanî nan li kuderê be ez li wir im."

‘YÊ KARIBE PÊ DEBARA XWE BIKE HELAL BE JÊ RE'

Demir, îşaret pê kir ku li welat li gelek kesî mizeya kêmtirîn hatiye ferzkirin û wiha axivî: "Ez di xaniyê bikirê de me. Heqê kirê 500 lîre ye. Dema hûn fatûreyên ceryan û avê, mesrefên malê yên din jî lê zêde bikin, nemumkun e ku hûn bi mizeya kêmtirîn debara xwe bikin. Gelek mirov çawa debara xwe dikin. Heke kesê ku di kirê de be û pê karibe debara xwe bike, helal be jê re. Divê mizeya kêmtirîn zêdetir bûna. Divê herî kêm 2 hezar lîre bûna, da ku mirov karibin debara xwe bikin. Min bi vî pereyî nikaribû debara xwe bike. Niha ez vî karî dikim. Heke karibin bi vî pereyî debara xwe bikin, fermo bila bên û debara xwe bikin."