Bazirganên şîr bi 50 qurişî dikirin bi 1.5 tl difiroşin

EDENE - Jinên çêlekên şîr xwedî dikin, destnişan kirin ku ew lîtreya şîr bi 50 qurişî difiroşin bazirganên şîr, lê bazirgan jî lîtreyê bi 1,5 û 2 TL difroşin.


Tirkiye di warê hilberîna şîr de, yek ji wan warê hilberînê yê girîng e. Lê belê li gor Ewropayê, li Tirkiyeyê şîr kêmtir tê hilberandin. Li Îngîltereyê salê serê her ferdekî 100 lître şîr, li Îtalyayê 63, li Fînlandiyayê 139, li Swêdê 111, li Fransayê 68, li Romanyayê 75 lître ye, lê belê li Tirkiyeyê salê serê her ferdekî 24 lître şîr tê mezaxtin. Li vî welatê ku mezêxiya şîr hindik e, kesên heywanan xwedî dikin û şîr difiroşin jî bi gilî û gazinc in.

Li gundê Kizildere yê navçeya Yuregîr a Edeneyê, jinên ku heywanan xweyî dikin dest nîşan kirin ku, ew debara xwe bi dotina şîr dikin, lê belê ew nikarin heqê êmê heywanên xwe jî derxînin.

'EM ZEHMETÊ DIKÊŞIN, LÊ EW TOYÊ WÊ DIXWIN'

Ayşe Gur, nêzî 10 sal in ku çêlekan xweyî dike û bi şîrê wan debara xwe dike. Gur, ragihand ku li gel zor û zehmetiyên vî karî, xweşiyên wî jî hene. Gur a ku ji ber buhabûna jiyanê gilî û gazincên wê hene, anî ziman ku ew rojê 3 danan êm dide heywanan û carinan jî ew wan bera çêreyan dide. Gur, da zanîn ku kîloya êm bi 50 qurişî ye û got ku, li gor cinsê çêlekên ku ew xweyî dikin, rojê 25-30 lître şîr ji wan didoşin. Gur, anî ziman ku şîrê ku ew bi 50 qurişî didin firoşkaran, dema digihîje welatiyan buhayê wê dibe 1,5-2 lîre. Gur wiha axivî: "Ew bi pereyan qezenc dikin, i zor û heft bela heqê êmê çêlekên xwe derdixin. Em zehmetê dikêşin, lê ew toyê vî karî dixwin."

REXBETA JI BO PENÊR Û MAST

Miyase Çelik jî, îşaret pê kir ku yên ku hejmara çêlekên wan zêde ne, rewşa wan li gor a wan baştir e û got ku, kesên ku çend çêlekên wî/ê hebin, dema şîr difiroşin dixisirin. Çelik a ku ji ber buhayên êman gazincan dike, anî ziman ku ji ber ew dixisire êdî şîr nafiroşe, lê ji şîr penêr û mast çêdike. Çelik, ragihand ku ew hem çêlekan xweyî dike, hem jî karê malê dike û got ku, xweyîkirina çêlekan karekî zehmet e. Çelik, dest nîşan kir ku keda jinan tê binpêkirin û wek mînak jî, îşaret pê kir ku ew kesên bi 50 qurişî lîtreya şîr ji wan dikirin, bi 1,5-2 lîreyî difiroşin welatiyan. Çelik, diyar kir ku şîrê tê firotin heqê êm dernaxîne û wiha axivî: "Şîrê ku ez didoşim, carinan ji xizmên xwe re dişînim. Lê bêtir ez penêr û mast çêdikim. Em ji şîr tu tiştî qezenc nakin. Dema em golikên çêlekê difiroşin, em hinekî qezenc dikin û hew."