Penaberan havînê li zeviyan zivistanê li navenda bajar dixebitînin

ANTALYA - Penaberên ji Sûriyeyê koçî Antalyayê kirine havînê li qadên çandiniyê zivistanê jî li navenda bajar tên xebitandin pereyekî kêm digirin, zarokên ku dixebitin jî qet pere nagirin.

Penabarên ku ji Sûriyeyê ji ber şer hatine Tirkiyeyê hewl didin jiyana xwe bidomînin. Penaberên ku ji Hatay, Dîlok û Rihayê ne ji vir jî derbasê Antalyayê dibin û wekî keda erzan a karkerên demsalî tên xebitandin. Penaber havînê li navçeyên Serîk, Alanya, Kumluca û Aksu yê yê Antalyayê li serayan bêsîgorte rojane 50 TL tên xebitandin, zivistanê jî li navçeyên navend^iyên Antalyayê li înşeatan dixebitin û kaxizên bermayî kom dikin, bi vî rengî jiyana xwe didomînin.

ZAROKA DIDIN XEBITANDIN

Bi taybetî pirsgirêka cih a penaberan bûye pirsgirêkekî girîng. Li navçeyên navendî yên Antalyayê û navçeyên Alanya, Kaş û Manavgatê dema ku penaber malê kirê dikin buhayeke pir zêde tê xwestin. Malên ku odeyekî wan hene bi 700-1000 TL'î tên kirêkirin. Li van malan jî 15-20 kes dimînin.

Zarokên penaberan ên li vê derê jî rojê 5-12 saetan tên xebitandin, zarokên ku di qada çandiniyê de dixebitin tu pere nadin wan û di şertên herî giran de jî têne xebitandin.

Malbata Muhammed a ji 7 kesan pêk tê û ji bajarê Hamayê ewil hatine Rihayê ji wir jî çûne Edeneyê yê li vir jî kar nedîtine û bi hevre hatine Antalyayê. Malbat li navçeyên Serîk, Kumluca û Aksuyê di serayê de dixebitin û ev saleke li vir têkoşîna jiyanê didin. Ji malbetê Adnan Muhammed diyar kir ku li Sûriyeyê jî şertên wan ên jiyanê wiha bûye ji ber şer hatine Tirkiyeyê û wiha got: "Jiyana ku em li vir dijîn jiyan nîne yê qet nebe em namirin."

'JIYAN JI BO ME HER TIM ZEHMET BÛ'

Muhammed da zanîn ku jiyan ji bo wan her tim zehmet bûye û wiha axivî: "Ji bo mu jiyana li Tirkiyeyê û vegera Sûriyeyê heman tişt e. Li vir em di nava xizaniyê de ne lê li wir jî em feqîr bûn. Ji ber vê yekê jî bi şer re di jiyana me de guhertinek çênebû."