EDENE/MÊRSÎN - Kedkarên tendirûstiyê yên Edene û Mêrsînê diyarkirin ku hemşîre û dapîr xemgînin û wiha gotin: “Heta ev bêdadî û bêhiqûqî bi dawî bibe, heta em vegerin ser karê xwe dê têkoşîna me bidome.”
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakê û Tendirûstî (SES) a Edeneyê bi boneya hefteya hemşîreyan li avahiya xwe civînek çapemeniyê li darxist. Serkretera SES’a Edeneyê Sîbel Yildiz diyar kir ku hemşîre û dapîrên wan xemgînin û wiha got: “Pirsgirêkên kedkarên tendirûstiyê yên jiyana civakî û ewlehiya kar hene. Bi KHK’ê gelek kedkar hatine îxrackirin. Em dixwazin ev pêvajo bi dawî bibe. Em li vir carekdin bang dikin em ê ligel hemû endamên xwe yên ku bêmaf û bêhiqûq hatine îxrackirin bin. Heta ev bêdadî û bêhiqûqî bi dawî bibe, heta em vegerin ser karê xwe dê têkoşîna me bidome.”
MÊRSÎN
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakê û Tendirûstî (SES) a Mêrsînê bi boneya hefteya hemşîreyan li avahiya xwe civînek çapemeniyê li darxist. Di civînê de Rêvebera SES’ê ya Mêrsînê Fîlîz Çelebî axivî.
Çelebî da zanîn ku di dîroka cîhanê de her tim lênêrîna nexweşan ketiye ser milê jinan, pirsgirêkên hemşîreyan ji pirsgirêkên jinan cuda nîne û wiha pêde çû: “Pergala performansê ya bi pergala veguherandina tendirûstiyê hatiye anîn şertên wekî koleyan bixebitin li xebatkarên tendirûstiyê tê ferzkirin. Ev pergal şertên xebatê girantir dike û pişgiriya hempîşetiyê xira dike. Ewlehiya kar nebe nabeye. Em ji qanûna 657 a ku ewlehiya kar ji holê rasike re dibêjin na.”
AMED
SES’a Amedê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da. Sekreterê Hiqûqê yê SES’a Amedê Cevher Kahraman, bal kişan ser greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça û banga pêkanîna daxwazên wan kir.
Hemşîre Mehmet Nur Ulus jî wiha axivî: “Hemşîre di pêkanîna xizmetên tendirûstî û berdewamkirina wê de rolekî mezin dilîzin. Ji ber xizmetên tendirûstî vegerandîne bazirganiyê pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Bi KHK’yên hatine derxistin hemşîre nikarin bixebitin. Li Amedê 124 endamên me hatin îxrackirin û ji vana 52 kes hemşîre û dapîrin. Em wekî hemşîreyan dê di çarçoveya ewlehiya kar, xweseriya pîşe û mafê tendirûstiyê yê gel têkoşîna xwe bidomînin.”