Doza Komkujiya Somayê niha jî li benda dozgerê nû ye!

MANÎSA - Di ser komkujiya madenê ya Somayê ya ku 301 madenvan jiyana xwe ji dest dan re, 3 sal derbas bûn, lê belê di doza ku hat vekirin de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûyîn çênebûye. Piştî ku cihê dozgerê ku dihat payîn dê mutalaayê bide hat guhertin, niha doz li benda dozgerê nû ye ku mutalaayê bide. Nûnerê Komeleya Mafên Civakiyî Kamil Kartal, anî ziman ku doz tê dirêjkirin.

Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê, 301 madenvan di madenê de jiyana xwe ji dest dan. Li gel ku, 3 sal di ser facîaya madenê re derbas bûne jî, di doza ku heta niha hatiye vekirin de bi qasî serê derziyê tu pêşveçûyîn çênebûne.

PEYWIRDARÊN CEMAWERIYÊ HATIN PARASTIN

Wê demê Serokomar Tayyip Erdogan serokwezîr bû û muşawîrê wî yê çapemeniyê Yusuf Yerkel, pehîn avêtibûn malbatên mexdûr. Di vê cinayeta karî ya ku bi vê dîmena Yerkel di bîra mirovan de ma, hemû peywirdarên cemaweriyê yên ji facîayê berpirsiyar hatin parastin. Serokê Lijneya Rêveberiya Şîrketa Anonîm a Komura Somayê Can Gurkan, Gerînendeyê Giştî Ramazan Dogru û Gerînendeyê Kargehê Akin Çelik jî di nav de 8 kes hatin girtin, lê belê dozgerê lêpirsînê der barê xwediyê eslîn yê madenê Alp Gurkan de biryara "neşopandinê" dabû. Her wiha destûra lêpirsînê ya der barê xebatkarên burokrasiyê yên ji cinayetê berpirsiyar de jî, ji aliyê Wezîrê Ewlehiya Civakî yê wê demê Faruk Çelik ve hatibû astengkirin.

BÊYÎ KU HEMÛ KIRYAR BÊN DAXILKIRIN ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN

Piştî gelek zehmetiyan, di 2'yê Adara 2015'an de der barê komkujiyê de îdianame hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê 8 kesên girtî de bi tawanbariya "Kuştina bi qesda muhtemel" 301 caran 20-25 sal, û bi tawanbariya "Ji ber birîndarkirina giran" jî 162 caran 2-6 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Her wiha der barê 38 kesên ku bi awayekî negirtî tên darizandin de jî hat xwestin ku di navbera 2-15 salan de bên cezakirin.

DARIZANDIN BI XELATKIRINÊ DEST PÊ KIR'

Malbatên mexdûr hewl didan ku xwediyê madenê yê eslîn Alp Gurkan ê ku der barê wî de biryara "neşopandinê" hat dayîn de bê girtin û ev biryar bê rakirin. Li gel vê ji bersûcên girtî endezyarên madenê Hilmi Kazik û Yasin Kurnas jî bi şertê dê bi awayekî negirtî bên darizandin hatin berdan.

HEWLDANA REVA JI CEZA: ÎDIAYA SABOJATÊ

Di Kanûna 2016'an de rapora pêzaniyê ya duyemîn hat amdekirin û di raporê de hat destnîşankirin ku mumkun bû ku cinayet bihatana astengkirin. Piştî amadekirina raporê, darizandin dest pê kir. Di Doza Somayê ya ku her danişîna wê bi nîqaş derbas dibe de, bersûcên ku xwestin ji ceza xelas bibin, herî dawî lêpirsînên "FETO" yên piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatin destpêkirin, ji xwe re kirin mertal. Bersûc û parêzerên wan ên ku li hemberî berpirsiyariyan xwe li nedîtiyê danîn xwestin facîayê "Wek çalakiyeke hêzên ku dixawazin hikûmetê ber bi rewşeke zehmet ve bibin" bidin der.

Doza ku hîn bi encam nebûye, seyra wê veguherî xeleka skandalan. Dihat payîn ku dê di danişîna 17'emîn a ku di meha Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê hat dîtin de, dozgerê danişînê mutalaayê bide. Lê belê dozgerê ku diyar kiribû ji bo esasiyê mutalaa amade ye, got ku ew ê mutalayê li gor geşedana lêpirsîna "sabotajê" ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê ve tê birêvebirin bide. Xizmên madenvanan û parêzerên wan, bertek nîşanî vê tewra dozger dan. Parêzeran anî ziman ku, bi vî awayî tê xwestin ku doz bê dirêjkirin û gotin ku, ji "jorê" ve hin kes dest davêjin dozê. Parêzeran, dest nîşan kir ku, heke bivê ew ê serî li meqamên herî jor bidin û li hemberî vê rewşê rawestin.

HIKÛMET DOZGER REVAND!

Di biryara navberiyî ya heyeta dadgehê de, ji ber di hemû raporan de jî kifş bû ku der barê sabotajê de tu diyarde naxuyên, daxwaza libendamayîna lêpirsîna sabotajê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê ve bi awayekî nepen ve tê birêvebirin hat redkirin û biryara ku dê dozger mutalaaya xwe ya esasî di celseya din bide hat dayîn. Her wiha dihat payîn ku, dê dozgerê heyî jî di danişîna ku dê di 11'ê Tîrmehê de bê dîtin de mutalaa bidana, lê belê bi biryarnameya dawî tayîna dozger derket. Lê nayê zanîn ku, dê dozgerê nû kengî mutalaayê bide.

Li gel domandina nediyariya di pêvajoya darazê de, mîtînga ku her sal piştî bîranînan dihat lidarxistin îsal hat xwestin ku bê astengkirin.

PÊVAJOYEKE KU JI BO DOZ BÊ DIRÊJKIRIN HAT BIRÊVEBIRIN

Nûnerê Komeleya Mafên Civakiyî (SGD) yê Herêma Egeyê Kamil Kartal jî, dest nîşan kir ku hîn jî ew li pêyî edaletê ne. Kartal pêvajoya darazê ya hîn jî didome nirxand û wiha axivî: "Wek tê zanîn ev 4 celse ye ku dozgerê komarê mutalaayê nade. Nayê zanîn ku dê dozgerê nû jî kengî dosyeyê lêkolîn bike, dê kengî mutalaayê bide. Pêvajoyeke ku ji bo doz bê dirêjkirin hat birêvebirin. Ev hîn jî didome. Ji ber vê girîngiya vê mîtîngê hîn zêdetir e. Em ê di vê mîtîngê de hewl bidin ku lêgerîna me ya ji bo edaletê bêtir têkeve rojevê û her wiha dê daxwazên me yên ji bo jiholêrakirina çewisandina îktîdara siyasî ya li ser dadgehan derkevin pêş."