STENBOL- Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, anî ziman ku her çi qas 3 sal di ser Komkujiya Somayê re derbas bûbûn jî, wan ev komkujî ji bîr nekiriye. Beko, dest nîşan kir ku di serdema îktîdara AK Partiyê de 18 hezar karker mirine û wiha got: "Tirkiye li gor krîterên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) tevnagere."
Di ser facîaya madeyê ya di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Somayê ya Manîsayê çêbû re 3 sal derbas bûn. Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kani Beko, anî ziman ku wan Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û got ku, ew ê li navçe û bajarên Tirkiyeyê bi çalakiyên cur bi cur kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin. Beko, ragihand ku ew beşdarî danişîna doza Komkujiya Somayê ya li Akhîsarê hat dîtin bûye û wiha got: "Heke li gor standardên ILO'yê tevbigeriyanan, dê ev facîa çênebûna û em ê jî ne li pêşberî dadwer bûnan."
DIVÊ RÊZIKNAME BIGUHERE
Beko, dest nîşan kir ku pisporên tenduristiya karkerkeran û ewlehiya kar neserbixwe ne û wiha got: "Li Somayê jî ev hat serê me. Bêyî ku dakevin madenan, li madenan raporên der barê tenduristiya karkeran û ewlehiya kar de hatine amadekirin. Yanî ev raporeke ku li leha kargeran hatiye amadekirin. Ji ber ku pispor danakevin madenan û ev rapor amade nekirine, facîayeke wisa hat serê me. Heke pisporên ewlehiya kar bi rastî jî raporê amadekiribûnan, dê pêşî li vê facîayê bihatana girtin. Tiştekî wisa heye, heta ku pisporên ewlehiya kar meaşên xwe ji kargeran bistînin, derfeta amadekarina rapoereke bêalî ne mumkun e. Wisa difikirim ku divê beriya her tiştî ev rêzikname bê guherandin." Beko, dest nîşan kir ku ji bo li Soma, Isparta, Ermenek û Sêrtê facîa dubare nebin, divê ewlehiya kar ji aliyê saziyên serbixwe ve bê kiirin û divê tevgerîneke li gor standardên ILO'yê hebe.
18 HEZAR KARKER MIRIN
Beko, ragihand ku ji roja ku hikûmeta AK Partiyê bûye îktîdar heta niha, di cinayetên karî de 18 hezar karker mirine û wiha axivî: "3 sal berê li Somayê jî di cinayetên karî de 301 birayên me yên karker mirin. Karkerên çandiniyê yên li Ispartayê, karkerên li Ermenekê, karkerên li Torunlar înşeatê ya li Stenbolê mirin. Heke tevgerîneke li gor krîterên Rêxistina Xebata Navnetewî (ILO) xwe nede der, dê komkujiyên wek Somayê bidomin." Beko, dest nîşan kir ku ji ber Tirkiye tevdîrên ewlehiya kar nagire, di warê cinayetên karî de li Ewropayê di rêza yekemîn û li cîhanê jî di rêza 3'yemîn de ye. Beko wiha domand: "Di sala 2016'an de, hezar û 870 karkerên me di cinayetên karî de mirin. Nêzî 2 milyon zarokên ku hîn di warê mêjî û bedenê de ne amade ne, li înşeatan, fabrîkayan yanî di karên birîsk de dixebitin. Li gel biryarên Neteweyên Yekbûyî û ILO'yê û qanûna me ya jimare 4857'an jî, mixabin zarokên di biniya 15 salan re hîn jî tên xebitandin."
LI GOR KRÎTERÊN ILO'YÊ TEVNAGERE
Beko, dest nîşan kir ku wek DÎSK'ê her çi qas wan gelek caran hişyarî kiriye jî, Tirkiye tim hewl dide ku qanûnên li gor krîterên ILO'yê dernexîne û wiha got: "Her cara ku me bi endamên hikûmetê re hevdîtin çêkirine, me ji wan re gotiye ku divê di warê tenduristiya karkeran û ewlehiya kar de sererastkirin bên kirin. Dema em biçin Cenevreyê yanî ILO'yê em careke din van qewimînan bînin ziman. Em ê ragihînin ku, hîn jî tevdîrên ku divên nehatine girtin. Di warê ewlehiya kar de gelek caran lêpirsîna Tirkiyeyê hat kirin. Wisa difikirim ku heke ji dadgehan biryareke cidî derkeve, dê kardêr û hikûmet ewlehiya kar esas bigirin."