ÎZMÎR - Li Îzmîrê komek karkerên ku xwe wekî "kedkarên çerm û pêlavan" bi nav dikin têkîldarî sektora pêlavkeriyê raporek amade kirin. Di Sîteya Pêlavkeran de ji 45 hezar karkeran nêzîkî 5 hezarê zarok in, tenê 3 hezar karker bi sîgorte ne.
Li Tirkiyeyê bi pêşketina kargeriyê ve sektora pêlavkeriyê her diçe mezin dibe. Her sal 500 milyon cot pêlav di vî sektorê de tê çêkirin. Lê heman mezinbûn dema ku karkerên di vê sektorê de dixebitin dibe mijara gotinê tuneye. Ev yek bi şertên karkerên ku li Sîteya Pêlavkeriyê ya Işikkenta Îzmîrê dixebitin xwe dide der. Karkerên ku serê sibehê tên kar, bêewle ne û ewlehiya wan a tenduristiyê tuneye. Lê heta saetên dereng jî dixebitin.
Ji ber şerê li Sûriyeyê penaberên ku mecbûr man hatin Tirkiyeyê bi qaçaxî li vî sîteyê tên xebitandin, şertên jiyanê roj bi roj ji bo karkeran girantir dibe.
JI 45 HEZAR KARKERAN TENÊ 3 HEZAR KARKER BI SÎGORTE NE
Daneyên ku ji aliyê komek karkerên ku xwe wekî "kedkarên çerm û pêlavan" bi nav dikin ve di encama xebatê de derketiye holê jî şertên xebatê yên karkeran radixe ber çavan. Li gorî vî xebatê li sîteya pêlavkeran 811 avahiyên du qatî û bi tên 45 hezar karker dixebitin. Ji wan karkerên ku dixebitin 5 hezar karker zarok in. Dîsa ji 45 hezar karkeran tenê 3 hezar karker bi sîgorte tên xebitandin.
SÛRIYEYÎ TÊN TEHDÎDKIRIN, WEKÎ AMÛRA TEHDÎDÊ TÊN BIKARANÎN
Li sîteyê bêsîgorte û bêewle karker tên xebitandin, hejmara karkerên zarok û karkerên Sûriyeyê yên qaçax û wekî keda erzan dane xebitandin, dema ku daxwazên karkeran dibe karkerêr Sûriyeyê wekî amurekî tehdîdê li dijî karkeran tê bikaranîn û daxwazên wan tên çewisandin. Dîsa di lêkolînê de karkerên Sûriyeyê dema ku dixwazin mehaneya wan bê zêdekirin jî bi karavêtin an jî bi derveyî sînorkirinê ve tên tehdîdkirin.
XEBAT BÊSÎNOR E, MEHANE KÊM E
Li gorî xebata ku hatiye kirin saetên xebatê yên karkeran diyar nîne, serê sibehê 06.00'an de dest bi kar dikin lê li gorî karên di destên wan de 12 saet mecbûr dimînin bixebitin, hin rojan jî li atolyeyê dimînin. Ev karkerên ku piraniya wan bêsîgorte ne piraniya wan jî di bin mehaneya asgarî de tên xebitandin. Dîsa saetên bêhnvedanê ya karkeran jî hema ku tuneye, cihên ku xwarinê bixwin di warê tenduristiyê de baş nîne, ev agahî hemû di xebatê de cih digire.
DI ŞERTÊN BÊEWLE DE TÊN XEBITANDIN
Li atolyeyên ku şertên hijyenê tuneye madeyên wekî tîner, balî yên ku ji bo tenduristiya mirovan nebaş e û zirarê dide tên bikaranîn. Di deman demê de ev made taybetiyên wan ê teqemenî û şewatê hene, li atolyeyan ji bo vê yekê tedbîr jî nehatiye girtin. Ji ber vê yekê karker li van atolyeyan li hemberî jehrîbûnên kîmyewî an jî qezayên kar bêewle ne. Dîsa hatiye tespîtkirin ku di piraniya karkeran de fitiq, hemaroîd heye û diranên wan dikevin.
TRAVMAYÊN PSÎKOLOJÎK TÊ JIYANKIRIN
Di xebata hatiye kirin de têkîldarî psîkolojiya karkeran jî hin tespît hene û ji ber xebata zêde karkerên ku di vî sektorê de dijîn travmayan dijîn. Di piraniya karkeran de têkîldarî stresa ku dijîn nexweşî peyda bûne û zêdetir bi hêrs in û ev rewşa karkeran jî hem li cihê kar hem jî di nava malbetê de xwe dide der. Jibilî pevdûnên di navbera karkeran de, gelek caran nîqaş derdikeve û şîdeta navmalbatan û jihevberdan jî zêde ye.
'KARÊ ME LI GORÎ STANDARTÊN CIHANÊ YE LÊ ŞERTÊN ME NE WISA YE'
Karkerê bi navê Saît Dînç ê ku 30 sal in bê sîgorte dixebite li Sîteya Pêlavkeran karkerî herî kevn e. Dînç diyar kir ku ji roja dest bi kar kiriye heta niha gelek tişt hatiye guhertin lê wan nakin şûna mirovan, wekî mirov nayên hesibandin. Dînç wiha axivî: "Herî dereng saet di 08.00'an de dest pê dike. Saetekî me yê diyar tuneye. Kargehên ku em dixebitin tendurist nînin. Tiştên ku em dixwin jî baş nînin. Nîvro bêhnvedan tuneye. Em xwarina xwe li ser mermerên ku dixebitin dixwin. Çaya poşetê vedixwir. Şertên me yên tenduristiyê di plana duyamîn de ye. Em nikarin ji bo zarok û malbatên xwe demê veqetînin."
Dînç destnîşan kir ku karê ku ew dikin di standartên cihanê de ye, mehaneya ku digirin jî li gorê pêlavên ku çêdikin e, her karker j iber vê yekê bi hevalê xwe yê kar ve dikeve nava reqabetê, destur nayê dayîn ku piştevanî bê avakirin. Dînç da zanîn ku ji ber OHAL'ê Komeleya Tekstîl Qundire ya Çerm naxebite û nirxandina "Li ser me hem pêkûtiya dewletê hem jî ya patron heye" kir.
'EM HER TIM DIXEBITIN'
Karkerê bi navê Îrfan Taşdelen jî diyar kir ku rojê ligel ku ji 12 saetan zêdetir dixebitin jî mehaneya asgarî jî nikarin bigirin, li malbatê jî pirsgirêkan dijîn. Taşdelên ê ku gotina "em her tim dixebitin" bi kar anî diyar kir ew nikarin bibêjin pêlavkeriyê dikin.
Abdullah Taşdelen ê ku wekî birayê xwe karker e jî diyar kir ku tişta ku karkerek li pey xwe dihêle "enqazek e mezin e" û wiha axivî: "Nexweşiya pîşeyê heye. Xeyala me ya teqawidbûnê jî tuneye. Heta dawiya emrê xwe ji bo birÇî nemirin mecbûr dimînin bixebitin."
Cihan Başakçioglu / Rûken Demîr - dîhaber