Endamên KESK’ê hatin berdan

AMED - Endamên KESK’ê yên xwestin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 32 endamên KESK’ê piştî karên îfadeyê yên li midûryetê bi dawî bûn hatin berdan.

Bi pêşengiya Platforma KESK’ê ya Amedê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hat xwestin daxuyaniyek bê dayîn. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kiribûn û 32 endamên KESK’ê binçav kiribûn û piştî karên îfadeyê yên li midûryeta polîsan bi dawî bûn hatin berdan.

32 kedkarên ku îfadeyên wan hatin girtin di saetên şevê yên direng de hatin berdan. Navê kedkarên hatin derpkirin û rastî heqaretan hatin wihane: Hevserokê BES’ê Bedîrhan Çetînkaya, endamên BES’ê Mehmet Polat û Hasan Taşkiran, Hevserokê Egîtîm Sena Hejmar 1 Abbas Şahîn, Hevserokê Şaxa Hejmar 2 Recep Şîmşek û endamên wê Arzu Koç, Arîn Zumrut, Zeynep Alak, Serhat Kiliç, Halîs Kizilirmak, Hakan Korelî, Orhan Balyan, Muyesser Gulcemal û Erkan Keskîn, Hevserokê SES’a Amedê Recep Oruç û endamên wê Cevher Karaman, Mehmet Nur Ulus, Fatma Yildizhan, Fuat Sonduk, Murat Karakaş, Alî Osman Telek, Mustafa Yaşa, Mahfuz Karaaslan, Ayşe Kaya û Fesîh Zîrek, Sekreterê Tum Bel Sena Amedê Abbas Aslan û endamê wê Bakî Ondeş û kedkar Esma Alak, Meral Dogan, Baran Kiliç, Tahîr Çetîn û Remziye Dundar.