STENBOL - Mamosteyê bi navê Huseyîn Demîr ê bi KHK’ê ji kar hat durxistin, diyar kir ku ji bo malbat û xwendekar piştgiriyê nedin çalakiya wan ji aliyê Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê ve gef li wan hatiye xwarin û wiha got: “Yekane riya wan tirsandine.”
Mamosteyê bi navê Huseyîn Demîr ê li Dibistana Navîn a Hîsar Yapi ya Sancaktepeya Stenbolê ku bi KHK’ê ji peywirê hat îxrackirin, her hefte roja Sêşemê li ber deriyê dibistanê çalakiya vekirina pankart û xwendina pirtûkan pêk tîne û vê hefteyê jî çalakiya xwe li darxist. Di çalakiya pirtûk xwendinê de malbata Demîr, malbatên xwendekar û endam û rêveberên Egîtîm Sen’ê amade bûn.
'YEKANE RIYA WAN TIRSE’
Piştî çalakiya xwendina pirtûkan daxuyanî hat dayîn. Demîr, wiha got: “Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê ketiye ber axatiyê û dihizire ku malbat jî cotyarên wî ne. ji malbatên xwendekaran re gotiye ‘neçin wir piştgiriyê nedin çalakiyê’ û xwestiye wan bitirsînin. Yekane riya wan tirsandine. Hûn nikarin malbatan di civîna dibistanê de kom dikin û çi bê ber devê we bêjin. Vir saziyek a dewletê ye, rayeyên we diyar û bi sînorin. Ji ber wê ger tiştek bi serê min bê berpirsyar Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê ye. Em dihizirin ku çalakiya xwe bi dawî bikin lê em bi hewlestek dijminane re rû bi rû ne. Çalakiya me di cîhanê de çalakiya herî demokratîke. Em bang li malbatên xwendekaran dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya me.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.