Di 'Nobeta Wijdan Edaletê' de baş kişandin ser rewşa teknîsyenên diranan

STENBOL - Malbatên Kerkeran ên ku li Edaletê digerin di 57'emîn çalakiya 'Nobeta Wijdana Edaletê' de bal kişandin ser şert û mercên teknîsyenên diranan.

Malbatên kakeran ên ji bo edaletên tên cemhev û ji bo balê bikişînin ser cînayetên her meh roja Yekşemê ya destpêkê li ber Lîseya Galatasarayê kom dibin û "Nobeta Wijdan û Edaletê" li derxistin. Malbatan cara 57'emîn çalakiya xwe lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên karkerên di cînayetên karkeran de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û li ber dîwarê Lîseya Galatasarayê pankarta "Ne qezayên karin cînayetşn" hat hilawîstin. Daxuyanî ji aliyê hevjînê Gulhan Çabuk a ku di cînayeta kar a Davutpaşa de jiyana xwe ji dest da Îdrîs Çabuk ve hat xwedin. Her wiha teknîsyenên diranan Şahîn Aydin û Can Kiliç, jî balkişandin ser şert û mercên kar ên teknîsyenên diranan.


TEKNÎSYENÊN IRANAN 15-16 SAET DIXEBITIN

Çabuk, da zanîn ku li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendirûstiya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2015'an de herî kêm herzar û 703, di 10 mehên 2016'an de jî hezar 596 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên karkerên ku di hezaza Şîrwamê de jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Em hêvîdikin k udi demke kin dê xwe bigihînin 4 hevalên me yên ku di bin hezazê de mane."

Çabuk, bal kişand ser şert û mercên teknîsyenên diranan û wiha pêde çû: "Herî dawî li Îzmîrê di meha cotmehê de teknîsyenê diranan Ferhat Arslan ji ber sîlîkozîsê jiyana xwe ji dest da. Divê teknîsyenên diranan 8 saetan bi xebitin lê ji ber laboratuarên diranan dikevin îhaleyan û bi erzanî hilberinê dikin teknîsyen mecbûr dimînin 15-16 saetan bixebitin. Gelek teknîsyen ji ber vê yekê jiyana xwe dest didin. Em kampanyaya xwe ya ji bo 28'ê Nîsanê bibe roja Bîranîna Karkerên ku di Cînayetên Kar de Jiyana xwe ji dest dane û Roja Reş didomîn."

Piştre teknîsyenê diranan Can Kiliç, destnîşan kir ku ew mecbûr dimînin 15-16 saetan bixebitin û wiha domand: "Beriya niha me rojê 20-30 diranên protez çêdikin lê niha 100 li ser me ferz dikin. Ji bo em ji van şertan re bêjin na me dest bi xebatên rêxistinkirinê kiriye."

Piştî Kiliç teknîsyenê Diranan Şahîn Aydin bang li hemû teknîsyenên diranan kir û wiha axivî: "Em dikarin bi xebata gel hev xwe rêxistin bikin. Ne girînge ku îhale kê girtiye, ji ber ku yên dihilberînin emin ger em bi hevre bixebitin em ê bikaribin xwe birêxistin bikin û şertên xebatên xwe sererast bikin."

Xwişka Selîn Erdem a ku di 1'ê Gulana 2012'an de di seta dîziya Arka Siradakîler de jiyana xwe jidest da Sema Erdem Tunay jî destnîşan kir ku ev 2 mehe ew dibin dorpêça polîsan de ne û pêvajoya dozê vegot.


Tunay di dema axaftina xwe de ji ser hişê xwe çû.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.