STENBOL - Li gorî dane û rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) di 11 mehên 2016’an de hezar û 816 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) raporên cînayetên kar ên salên borî û 11 mehên ewil ya 2016’an bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora ÎSÎG’ê di cînayetên kar ên 11 mehên dawî de hezar û 816 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan, di meha mijdarê de 190, di 11 mehên 2016’an de jî herî kêm 1816 karkeran di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan. Di serdema OHAL’ê de qeza û cînayetên kar li gorî mehên borî ji sedî 15 zêde bû. Li gorî raporê di mehên çile de herî kêm 119, sibat, 144, adar, 160, nîsan, 172, gulan 127, heziran 210, tîrmeh 169, tebax 206, îlon 150, cotmeh 169 û mijdarê de jî herî kêm 190 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa ÎSÎG’ê anî ziman ku berî serdema OHAL’ê heta 21’ê Tîrmehê her meh di zik hev de mehê 154 karker û piştî OHAL’ê her meh di zik hevde 177 karkeran jiyana xwe ji dest da. Meclisê destnîşan kir ku piştî OHAL’ê şert û mercên karkeran bêtir xerab bû û ji sedî 15 rêjeya mirina wan zêde bû.