Rapora Egîtîm Senê: 1,5 milyon xwendekar bê mamoste man

ENQERE - Egîtîm Sen'ê rapora nirxandina serdema 2016-2017'an aşkere kir. Egîtîm Sen'ê diyar kir ku bi KHK'ê 33 hezar û 490 mamoste hatin dûrxistin û 1,5 mîlyon xwendekar bê mamoste hatin hiştin.

Egîtîm Sen'ê li Navenda Giştî rapora nirxandina serdema salên 2016-2017'an aşkere kir. Egîtîm Sen'ê di rapora nirxandinê de diyar kir ku bi KHK'ê 33 hezar û 490 mamoste hatin dûrxistin û ji ber îxracan 1,5 mîlyon xwendekar bê mamoste hatin hiştin. Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekin Aydogan rapora xebatê ya salên 2016-2017'an xwend û wiha got: Ji 15'ê Tîrmehê heta niha îktidarê û MEB'ê li dijî karmend û kedkaran pêvajoya îxrac û dûrxistina bê hiqûq û bê heq da destpêkirin. Heta niha 33 hezar û 128 mamoste hatin îxrackirin. 5 hezar û 318 akademisyen û hezar û 104 personelên îdarî hatin îxrackirin. Di heman demê de dîsa 24 hezar û 490 mamoste ji kar hatin dûrxistin. 16 hezar û 759 mamoste (10 hezar û 470 endamên Egitim Senê ne) piştî bi mehan hatin dûrxistin dîsa li karên xwe vegeriyan e. Ji ber dûrxistin û îxraca mamosteyan 1,5 mîlyon xwendekar bê mamoste hatin hiştin.

Li gorî daneyên MEB'ê beriya pergala 4+4+4'an di sala perwerdehiya 2011-2012'an de 28 hezar û 625 saziyên perwerdehiyê yên berî dibistanê hebûn. Di sala perwerdehiya 2016-2017'an de jî hêjmar daket 23 hezar û 751’an. Çar sal berê hêjmara xwendekaran Milyonek û 58 hezar û 904 kes bûn, piştî 5 salan bi zorê bûye milyonek û 112 hezar û 443 xwendekaran.


Di sala 2012-2013'an de 730 serbixwe, 369 lîseyên îmam hatibê bi giştî 1.099 dibistanên navîn ê Îmam hatîbê hebûn. Di sala 2016/’17'an de ji 2 hezar û 367 dibistanan jê 410 dibistan Lîseyên Îmam Hatîbê, 2 hezar û 777 dibistanên navîn ên Îmam Hatîbê, hene. Hêjmara dibistanên Îmam Hatîbê ku di sala 2012-2013'an de 94 hezar û 467 bûn, di 2016/’17'an de 7 qat zêde bû û derket 657 hezar û 20.