Kongreya Mezin a TTB’ê: Em dê gotina ‘Na’ bidomînin

ENQERE - TTB’ê 68’emîn Kongreya Mezin pêk anî. Di kongreyê de Serokê Konseya Giştî ya TTB’ê Raşit Tukel, diyar kir ku ew dê ji bo pêşerojek ku gel karibe bibe xwedî mafê gotin û biryarê têkoşîna “Na” bidomînin.

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) 68’emîn Kongreya Mezin li salona Konferansê ya DSÎ pêk anî. Endam û rêveberên TTB’ê tev li kongreyê bû. Di kongreyê de Serokê Konseya Giştî ya Navenda TTB’ê Prof. Dr. Raşît Tukel, di rewşa OHAL'ê de mafê tenduristiyê, di tenduristiyê de tundî, di jiyana jingehê de û mijarên rojevê parve kir.

Tukel, bal kişand ser OHAL û tenduristiyê û wiha got: "Piştî OHAL’ê mafê tenduristiyê azadiyê ketiye bin piyan. Em ketine pêvajoya ku Tirkiye bi KHK’yan tê meşandin. Gav bi gav bi KHK’yan hemû hêzên muxalif ji qada cemaweriyê tasfiye dikin.”

Tukel, destnîşan kir ku di serdema OHAL’ê de li gorî daneyan ji Wezareta Tenduristiyê Hezar û 576, ji Fakulteya Tipê hezar û 199 bi giştî 2 hezar û 775 bijîşk hatine dûrxistin û wiha got: “Ji bo parastina ked, demokrasî, hiqûq, aştiya civakî, nirxên bijîşkiyê bilind bibin em dê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi hatina OHAL’ê re tundiya di qada tenduristiyê her ku diçe zêde dibe. Nirxên tenduristiyê kedtiye bin piyan. Ji ber zêdebûna tundiyê pîşeyê bijîşk û kedkarên tenduristiyê di bin talûkeyê de ye. Pergala Sîgortaya Tenduristiyê ya Giştî îflas kiriye. Niha Nexweşxaneyên Bajaran dixin meriyetê.

Şirîkatiya taybet-cemaweriyê esas digirin. Modela “Çêke -Krê bike- dewir bike” dixin meriyetê. Wezareta Tenduristiyê di bin navê xizmetê de ji bo bikaranîna bînayê li hemberî 25 salan bi kirê dide şîrketan. Kîraya şîrketan dê ji aliyê sermayeya xwe nû dike ve bê pêşwazîkirin. Ev polîtikayên Neo-liberalizminê ne.

Pereyê ji şîrketên ku têkevin îhaleya 17 nexweşxaneyên bajar 10 milyar dolar e. Pereyê ku dewlet di 25 salan de bide şîrketan 27 milyar dolar e. Ji bo em pêvajoya Nexweşxaneyên Bajaran bişopînin di bin baneyê TTB’ê re Lijneya Şopandina Nexweşxaneyên Bajar” hatiye avakirin. “

Tukel, destnîşan kir ku piştî îktîdara AKP’ê şert û mercên xebatê her ku çû xebabtir bû û bi taybetî piştî OHAL’ê bi awayekî keyfî xizmetkarên tenduristiyê ji kar tên avêtin û tundiya li ser xizmetkaran û xizmeta tenduristiyê zêdetir bûye. Xebatkarên tenduristiyê di nava şertên bê ewle de dixebitin. “


Tukel, da zanîn ku 14 salin xizmeta tenduristiyê bûye qada bazirganiyê û wiha got: “Em dê ji bo pêşerojek ku gel karibe bibe xwedî mafê gotin û biryarê têkoşîna “Na” bidomînin.