‘Mehek e radiwestim tenê rojekê xebitîm

EDENE - Karkerên çandiniyê ku her sal ji Mereşê ji bo li nav erd û baxçeyan bixebitin tên Ceyhanê, ji ber betaliyê gilî û gazincan dikin. Ji karkerên ku ji ber cihê razana wan tune ne û li avahiyên vala radikevin Arcem Guneş, got ku di mehekê de ew carekê tenê çûye kar û tenê carekê serê xwe şûştiye.

Karkerên ku di her Gulanê de ji navçeya Koksenê ya Mereşê ji bo li nav zevî û baxçeyan bixebitin berê xwe didin navçeya Ceyhanê ya Edeneyê, di dest wan de bêr û li ser pişta wan nivînên wan li kar digerin. Karker, ya li hewşên mizgeftan an jî li qadên vala radikevin. Karkerên ku nikarin pêdiviyên xwe yên zarûrî yên wek serşûştinê jî bi cih bînin, nexweşîn li wan peyda dibin. Karker xwarin jî di nav de hemû pêdiviyên xwe li ser xwe digerînin û ji ber nebûna kar û heqdesta kêm gilî û gazincan dikin.

'EM BI VÎ HALÊ XWE YÊ PERÎŞAN LI KAR DIGERIN'

Dûrdû Kir, anî ziman ku ew her sal tên navçeyê. Kir, got ku ji ber karkerên sûriyeyî bi heqdestekî erzan tên xebitandin ew xweşikî nikarin kar bibînin. Kir, anî ziman ku ji ber ku li Mereşê kar tune ye, ew berê xwe didin Ceyhanê û wiha got: "Em li vir heqê cihê razanê 40 lîreyî didin. Lê hîn me bêrek jî li axê nexistiye. Ji bo ku em li zarokên xwe binihêrin em hatine, lê kar tune ye. Em bi vî halê xwe yê perîşan li kar digerin. Ev rewşa me her tiştî nîşan dide."

'BILA DEWLET VÊ YEKÊ BIBÎNE'

Arcem Guneş jî ji ber ku li bajarê xwe kar bi dest nexistiye berê xwe daye van deran. Guneş, got ku li van deran ew li otopark û kuçeyan radikevin. Guneş wiha dest nîşan kir: "Em vê jiyana rezîl dijîn. Bila dewleta me jî vê yekê bibîne. Bila Enqere jî vî halê me yê rezîl bibîne. Em çi bibînin, em bi van bêrên xwe av didin. Em donimê bi 6-8 lîreyan av didin. Lê kar tune ye. Mehek e ku em li vir in. Em dibêjin dê risqek bê û me bibe. Hema wisa em li bendê ne. Tî û birçî em li van dera ne. Kes tune ye ku li halê me bipirse. Wisa dixuyê em ê bêyî pere vegerin malên xwe."

'MIN CAREKÊ TENÊ SERÊ XWE ŞÛŞTIYE'

Guneş wiha domand: "Ji mecbûrî em ber bi van deran tên. Ji bo em nan bibin malên xwe em hatine van deran. Mehek e ku carekê tenê çûme kar. Wê roja ku çûm kar min li çewlikê serê xwe şûşt. Ji wê çaxê ve ye min serê xwe neşûştiye. Em 40-50 kes hatin. Li Mereşê kar tune ye, carinan em diçin karê yewmiyeyan. Yanî heke ew jî hebe. Lê binêr, li derve em li erdê radikevin. Gelek mirovên di vê rewşê de hene. Niha jî em difikirin em ê çawa û bi çi halî biçin malên xwe. Bila kesên em xistin vî halî fedî bikin."