WAN - Li Westanê karkerên çandiniyê, bi beramberiya 40 lîreyî rojê 12 saetan dixebitin. Li nav erdê ku ji zarokan bigire heta extiyaran dixebitin, tam 6 mehan tevrik û eşêfiya kartol, xiyar û xasan tê kirin.
Nêzî 60 kesên ku li Westana Wanê karkeriya çandiniyê dikin, bi beramberiya 40 lîreyî rojê 12 saetan dixebitin. Li nav erdê ku ji her temenî mirov lê dixebitin, ji meha Gulanê heta nava payîzê tam 6 mehan tevrik û eşêfiya kartol, xiyar, xas û hwd. tê kirin.
‘HEQDEST KÊM E, LÊ EM MECBÛR IN BIXEBITIN'
Ji karkerên çandiniyê dayika 9 zarokan Hediye Îkta ya 50 salî, li ber tavê tevrikê dike. Ji ber ku bi rojî ye, xwêdan di eniya wê re davêje û bi zorê diaxive. Îkta, anî ziman ku ew serê sibehê saet di 05.30'yî de radibin û di 07.00'an de li nav erd in. Îkta, got ku ji ber hevjînê wê nerihet e ew dixebite. Îkta, ku tevî keça xwe ya 15 salî li nav erd dixebite wiha got: "Rojê 40 lîreyî werdigirim. Heqdesta me zaf kêm e, lê em mecbûr in bixebitin. Ji bo em nan ji zarokên xwe re bibin em mecbûr in bixebitin. Ji ber tevrikê milê min diêşê. Bi ser vî halî de jî ez bi rojî me. Helbet xebata li ber vê tavê zehmet e. Lê wek ku min got, em mecbûr in bixebitin."
Dîlek Gungor a 15 salî jî, anî ziman ku wan ji Colemêrgê koçî Wanê kiriye. Gungor, got ku ji bo ew alîkariya malbata xwe bike dixebite. Gungor, anî ziman ku heta ku roj biçe ava ew dixebitin û wiha axivî: "Kes naxwaze di van şert û mercan de bixebite. Lê şensekî me yê hilbijartinê tune ye. Bi saetan em li ber vê tavê tevrikê dikin. Piştî demekê êşa destê min zêde dibe. Û ewlehiya me ya karî tune ye. Dixwazim demildest dest bi dibistanê bikim û di karekî birêkûpêk de bixebitim."