STENBOL - Karker di 47'emîn salvegera berxwedana karkeran a 15-16'ê Hezîranê de ji bo tezmînata kidemê dest bi çalakiyê dikin. Karkeran anîn ziman ku ew dikarin bi "Ruhê 15-16'ê Hezîranê" OHAL'ê rawestînin.
Di ser berxwedana karkeran a 15-16'ê Hezîranê re 47 sal derbas bûn. Di sala 1970'an de karkeran li dijî karsazan ji bo mafê xwe yê kedê biparêzin li Stenbolê dest bi çalakiyan kirin û çalakiya karkeran li tevahiya Tirkiye belav bû. Karker di 47'emîn salvegera 15-16'ê Hezîranê de bi ruhê Hezîranê dest bi çalakiyê dikin. Karker dê li dijî OHAL'ê dest bi çalakiya berdana kar bikin.
HIŞMENDÎ NEHATIYE GUHERTIN
Endamê Sendîkaya Karkeran a Hemû Kişandinê (TUMTİS) û Nûnerê DHL Logistik Kemerburgazê Cuneyt Yusufoglu, diyar kir ku 12 salin karker in û mafê sendîkayî yê hatiye bi destxistin deyndarê berxwedana 15-16'ê Hezîranê ye. Yusufoglu, anî ziman ku hişmendiya salên 1970'ê ya kedxwarî û desteserkirina kedê niha jî nehatiye guhertin û didome û wiha got: "Niha dîsa li dijî hemû mafê me êrîş heye. Wê demê çawa mafê karker û kedkaran dihat xwarin, Wê demê karkeran çawa ji bo mafê xwe berxwedanek mezin nîşan da, em dê niha jî hemû karkerên sendîkayî kom bibin û mafê xwe biparêzin.
Divê hemû sendîka û rêxistinên girêdayî KESK, DİSK, Turk-Îş'ê têbikoşin û mafê xwe biparêzin. Ji bo em OHAL û pergala dijdemokratîk têk bibin divê em bi ruhê 15-16'ê Hezîranê têbikoşin û di ber xwe bidin.
‘EM LI SENDÎKAYÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Karkerê UPS'ê Olgun Ballıkaya, jî anî ziman ku di sala 1970'ê de xwestin DÎSK'ê bigirin û wiha got: "Dive hemû karkerên sendîkayî û ne sendîkayî ji bo mafê xwe têbikoşin û li dijî êrîşa kedê di ber xwe bidin.
Ez bang li hemû karkeran dikim ku li mafê xwe yên hatine bi destxistin xwedî derkevin û biparêzin."
'DIVÊ EM TAZMÎNATA KIDEMÊ BIPARÊZIN'
Karkerê sendîkayî yê Ege Birlikê Erdal Çinar jî diyar kir ku ji bo karkeran 15-16'ê Heziranê pir girîng û watedar e û wiha got: "Divê em bi ruhê 15-16'ê Heziranê di ber xwe bidin. Tazmînata kidemê kehela karkeran a dawî ye. Divê karker tazminata kidemê biparêzin û ji bo wê têbikoşin."