DÎLOK - Bajarê Pîşesaziyê Dilok ku di qada pîşesaziyê de yek ji bajarê herî mezin ê Tirkiye ye, di nava krîza abori de dijî. Şîrketa Berhemên Zexîre û Tenduristiyê ya Lidersanê, di destpêkê de saetên xwarina nîvro kêm kirin û piştre 2 karker ji kar dûr xistin.
Bajarê Dîlokê yek ji bajarê herî mezin ê pîşesaziyê ye. Ji ber krîza aborî karsaz û pîşesaz di nava qeyrana aborî de dijîn Karsaz û pîşesazên ku ketin bin bandora krîza aborî çareseriyê ji avêtina karkeran a kar û zêdekirina saetên xebatê dibînin. Li 4’emîn Herêma Pîşesaziya Organize Şîrketa Berhemên Zexîre û Tenduristiyê ya Lidersanê ji ber ketiye krîza aborî ewil saetên kar zêde kirin û piştre karker ji kar avêtin. Hat diyar kirin ku şîrketê ewil saetê xwarina nîvro ji saetekê daxist 45 deqîqeyan. Piştre ji 45 deqîqeyan daxist 30 deqîqeyan. Karkerên bi navê Îbrahim Halil Yakut û Mehmet Alî Gulîtekin, ev helwesta patron şermezar kirin û ji ber vê yekê ji kar hatin avêtin. Karkerên di 9'ê Hezîranê de ji kar hatin avêtin Yakut û Gulitekin, diyar kir ku ji bo karker dest ji kar berdin saetên kar zêde kirin û saeta xwarinê kêm kir.
Karker Yakut, anî ziman ku 8 mehin di depoyê dekar dikir û bi belgeyên sexte ew ji kar derxistin.
Yakut, destnîşan kir ku ewil saeta xwarinê daxistin 45 deqîqeyan û piştre daxistin 30 deqîqeyan û wiha got: "Ji me xwestin ku em saet di 12.00’an de biçin xwarinê û di 12.30’an de dîsa dest bi kar bikin. Ev ne pêkan e. Me li diji vê yekê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li wir 50-60 karker hene. Çawa dibe ku 2 karker di nîv saetê de li 60 karkeran xwarinê belav bike. Ev ne pêkan e. "
Yakut, bilêv kir ku ew bi heqê herî kêm dixebitîn û wiha got: "Me ji karê xwe hez dikir. Perê wê hindik bûya jî me debara xwe dikir. Niha em pir mexdûr bûne. Ez kîra didim mehê 500 TL kira didim. Heqê av, ceyran, kîra debarê zahmed dike. Ez dixwazim dozê vekin, lê heqê ku ez bidim parêzer û dozê vekim tune ye. Ez niha mexdûr bûme.
Karker Mehmet Ali Gulitekin ku 3 sal û 3 mehin dixebitin jî anî ziman ku ev pêkanînek keyfî ye û ji ber îflaz dikin kerba xwe di serê karkeran re derdixin.
Rayedarên şîrketê jî diyar kirin ku ji ber karê xwe nedikirin karker ji kar derxistin.