Keda destan li hemberî teknolojiyê têk çû: Xalîçeyên tevnê êdî nayên firotin

MÊRDÎN - Mîthat Guzel ê ku ev nêzî 30 salî ye tevnkeriyê dike, li dezgeha xwe yî ku li hemberî demê li ber xwe dide, êdî nikare xalîçeyên xwe yî bi tevnê çêdike bifiroşe.

Mîthat Guzelê tevnker ê tevnkeriyê ji bavê xwe fêr bû, dema ji Sêrtê koçî Midyadê dike jî heman karê xwe didomîne. Mîthat hosteyê ku xalîçe û betaniyan çêdike, berê 3 xebatkarên wî hebûn û ji ber zêdebûna kar nikaribûn xwe pê re bigihînin. Lê niha atolyeya xwe yî îmalat û cihê firotinê çawa vedike, wisa jî digire.

‘RAÇANDINA BI DESTAN BI QALÎTETIR E'

Ev nêzî 10 sala ye li Midyadê bi cih bûye û dema tê dezgeha ji bavê wî jê re maye jî bi xwe re tîne. Guzel diyar dike ku, raçandina makîneyan ziravik e û dibêje, raçandina bi keda destan sixletir e û bi qalîtetir e.

‘DIKANÊ ÇAWA VEDIKIM WISA JÎ DIGIRIM'

Guzel ê ku bi sala ye li serê heman dezgehê rûdinê û bi keda destan xalîçeyan dineqşîne, ji bo ev pîşeya ku wî ji bavê xwe fêr bûye winda nebe, wî hînî 3 zarokên xwe jî kiriye. Her çiqas zarokên wî fikirîbin ev pîşe her diçe winda dibe û biryara xwendinê dabin jî, lê ew dîsa dixwaze piştî wî zarokên wî heman pîşeyê bidomînin. Lê belê, ji ber pêvajoya heyî karê Mîthat hoste ne wek berê baş e. Guzel tîne ziman ku, ji ber gelek turîstên xwecihî û biyanî tên Midyadê, ev karê bi destan zêde bala wan dikêşe û dibêje, di serdemên ku turîst dihatin, wî û 3 xebatkarên xwe, bi zor xwe di ber kar re digihand. Lê belê, xerabûna pêvajoyê bandorê li karê Mîthat hoste jî kiriye. Guzel wiha dibêje: "Carekê hefteyeke rast, min dikan çawa vedikir wisa jî digirt" û diyar dike ku, êdî ew ji vî karî tu qezencekê bi dest naxe.

‘BI KIRINA VÎ KARÎ RE BEXTEWAR IM'

Lê belê ew naxwze ev pîşe winda bibe û bi endîşeya windabûnê wiha diaxive:"Em vî pîşeyî ji bavê xwe hîn bûn. Li Midyadê tenê ez vî karî dikim. Lê belê, xebatên me ne wek berê ne. Dema ez vî pîşeyî dikim bextewar dibim, lê di heman demê de ji bo pereqezenckirinê jî dikim. Lê êdî ez nikarim debara malbata xwe bikim. Ji ber pêkanînên heyî, kes nayê. Ez siftehê jî nakim. Di dayîna kirêya dikanê de ditengijim. Bi fabrîqeyan re raçandina bi destan, hema bêje qediya. Berê bi sedan dezgeh hebûn, lê niha em bidin ser hev li Tirkiyeyê belkî 100 dezgeh jî nemane. Êdî li fabrîqayan tên çêkirin."

50 SALÎ BAVÊ WÎ KIR, EV 30 SAL E JÎ EW DIKE

Guzel ê derbasî ser dezgeha xwe yî kevnar dibe û dest bi raçandinê dike, bi her awayî bi keda destan betanî û xalîçeyan radiçîne. Pîşeya ku bavê wî nêzî 50 salî domand, niha ev nêzî 30 salî ye ew bi xwe didomîne. Pîşeya ku di temenekî biçûk de dest bi wê kir; betanî, sijde, êleg, tejik û hwd. çêdike. Guzel diyar dike ku, ew hiriyê ji gundan berhev dike, dişîne Ûşakê û li wir piştî di fabrîqayan re derbas dibe, raçandina xwe dike û dibêje, bi taybetî betaniyên ku ew çêdikin, zivistanê zaf germ dikin û ji bo romantîzmayê jî baş in.