MÊRSÎN- Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê, ji bo piştgiriyê bide Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dê rojekî nobeda jiyanê bigire.
Piştgiriya ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin, her ku diçe zêde dibe. Platforma Demorasî û Kedê ya Mêrsînê jî aşkera kir ku greva bê dem û bê dorveger di roja 100'emîn de ye û dê di Şaxa Egîtîm Senê de çalakiya bidin destpêkirin. Serokê Egîtîm Senê Sînan Muşlu aşkera kir ku hevrêyên wan li sînorê mirinê ne û xwest demildest rayedarên dewletê daxwazên wan bînin cih. Muşlu da zanîn ku divê Ozakça û Gulmen demil dest serbest bên berdan û tedawiya wan bê kirin.
Dê çalakiya wan a nobedê heta saet 20.00'an dewam bike.