ÎZMÎR - Hêzên Demokrasî û Kedê ji bo mîtînga KESK'ê ya bi slogana "Em ê teslîmî îxraçkirin, ji kar durxistin, sirgûn ê cezayan nebin" dê li Îzmîrê bê lidarxistin bangawazî kirin.
Hêzên Demokrasî û Kedê yê Îzmîrê ji bo mîtînga ku KESK dê bi slogana "Em ê teslîmî îxraçkirin, ji kar durxistin, sirgûn ê cezayan nebin" li dar bixe civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmar 1 het lidarxistin. Nûnerê Herêma Egeyê ya DÎSK'ê Memîş Sari li vir axivî û diyar kir ku bi îlankirina rêveberiya awarete (OHAL) ve îxtidarê hemû muxalîf kiriye hedef.
Sari destnîşan kir ku hemû kesên ku ked, aştî û demokrasiyê diparêzin bûne hedefa hikûmetê û wiha berdeewam kir: "Karê me, dîpolomayên me, mafên me yên hatiye bidestxistin, mafên me yên sendîkayê di bin dorpêça kêfîbûneke de ye." Sari anî ziman ku ew ê wekî Hêzên Demokrasî û Kedê beşdarî mîtînga KESK'ê ya ji bo rakirina OHAL'ê û paşvekişandina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) dê bê lidarxistin bibin. Sari banga tevlîbûna mîtîngê kir.
Sari diyar kir ku di 11'ê kanûnê roja yekşemê saet di 12.30'an de li Qada Cumhuriyetê bin.