Malbatên mexdûr amadekariya giliyê li koma Cîner bikin dikin

SÊRT - Li navçeya Şîrvanê piştî hezan li kana madenê cenazeyên 12 karkeran hatibûn derxistin, ji bo dîtina cenazeyên 4 karkeran lêgerîn didome. Xezmên karkeran ji bo ku der barê şîreketê de gilî bikin amadekariyê dikin.

Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di 17'ê mijdarê de li kana sifirê ya Şîrketa Park Elektrîk a aydî Koma Cînerê hezan pêk hatibû û 16 karker di bin axê de mabûn. di encama xebatên lêgerînê ya 20 roj in didome de cenazeyê 12 karkeran hatibû derxistin. Ji bo ku cenazeyên Îbrahîm Kilinç, Yavuz Yildiz, Halîl Başer û Nusret Beyazelma bê dîtin xebatên lêgerînê didome.

MALBAT DÊ GILÎ BIKIN

Li kana ku 800 karker dixebitîn têkîldarî bûyerê berpirsyarê sehayê ya şîrketê, endezyar, du pisporên ewlehiyê, xwediyê şîrketa taşeron û berpirsyanê saheyê ya şîrketa taşeron hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 5 kes hatibûn girtin. Ji ber ku li qada kan qelaştekên heyî ligel ku dihat zanîn, hişyarî hatibûn kirin û dîsa jî tedbîr nehatiye girtin malbat der barê şîrketê de amadekariyê giliyê dikin.

YÊN SAX XILAS BÛN JI KAR TÊN DERXISTIN

Li kana ku karker bi 2 hezar TL mehaneyê tên xebitandin hate hînbûn ku karker endamê tu sendîkayan nînin. Li kana ku nêzî 800 karker dixebitin hate hînbûn ku 48 karker bêyî hincet bê nîşandan derxistine betlaneyê. 4 karker jî ji ber ku ji çapemeniyê re gotine îhmalkariya şîrketê heye ji kar hatin derxistin.