COLEMÊRG - Li Colemêrgê welatiyên ku xwedikeriya dermaleyan dikin, ji ber gelek herêm bi hinceta "ewlehiyê" hatin qedexekirin û bi vî awayî zivistanê nikarin heywanên xwe biçêrînin, ber bi Herêma Botanê ve koç dikin.
Li Colemêrgê xweykerên dermaleyan bi hatina zivistanê re, ber bi herêmên Botan û Xerzanê ve koç dikin. Welatiyên li herêmê xweykeriya dermaleyan dikin diyar kirin ku, ji ber li herêmê gelek dever bi hinceta "ewlehiyê" hatine qedexekirin nikarin, di dîtina çêreyê de ditengijin û gotin, ew neçar mane koç bikin. Li ji gundên devera Lêwînê Îbrahîm Demrîyent ê ji bo xweyîkirinê nikare giha ji heywanên xwe re peyda bike got, di salên dawî de ji bilî koçberiyê tu çareyeke wan nebameye.
‘EM BERÊ BI PEYA DIÇÛN'
Demîryent got, wan berê li gel şivanan ji Colemêrgê bi peya diçûn herêma Cizîr û Silopiyayê û anî ziman ku, di demên dawî de ji ber prisgirêkên ewlehiyê ji neçarî bi qamyonan koç dikin. Demîryent ê heywanên xwe li wesayîtan dike û amadekariyên çûyînê dike diyar kir ku, ew li Silopiyaya ku meha lê maye, ew li konan û malên kirê de mane.
‘HAVÎNÊ ZOZAN QEDEXE BÛN'
Ji gundiyan Mûstafa Dûman ji ber havînê zozan qedexe bûn nerazîbûniya xwe anî ziman û wiha got:"Li van deran êdî jiyan pir zehmet e. Hemû zozanên me hatine qedexkirin. Êdî em nikarin zadê xwe biçînin. Li deverên ku berê me giha lê diçinî, êdî em niakrin biçinê. Ji ber vê, ji bilî koçkirinê tu çareyeke me yî din tune ye." Ajokarê qamyonê Saît Cabbar yê ji Çewlîgê ji bo barkêşiyê hatiye jî got, ew hem ji bo qamyonvanan û hem jî ji bo xweykerên dermaleyan rêwîtiyeke bi kulfet dikin û wiha axivî:"Ji bo debara xwe ez ji Çewlîgê hatim. Ez ji barê vir hezar û 400 lîreyî qezenc dikim. Hezar lîre li mazotê dere. Tiştek ji me re namîne, lê wekî din tu çareyeke me tune ye."
‘HEYWANÊN ME DU BIHARAN BI HEV RE DIJÎN'
Ji niştecihên gundê Balekayê Ahmet Pala jî wiha got:"Em ji bilî xweykerê tiştekî nizanin. Ev deh salê dawî ye em koçî deştê dikin. Şert û emrcên wir baştir in. Miyên me her du biharan bi hev re dijîn. Her çiqas bi mesref be jî, lê bi avantajtir e. Zarokên me êdî fêrî jiyana bajêr bûne. Lê em ji ber mecbûriyeta debarê vî karî dikin."
Wê piraniya xweykerên dermaleyan ên li gundên din jî, di dawiya kanûnê de koçî herêma Cizîr û Silopiyayê bikin.