Karkerên PETKÎM'ê, bi taşeron û heza kar a erzan hîn zêdetir li dû karin

ÎZMÎR - Greva karkerên PETKÎM'ê di roja 4'emîn de didome. Lijneya Dadgerên Bilind, hevdîtina peymana komî ya di 7'ê Tebaxê de bi dawî bibûya, îro dest pe kirin. Bi vê yekê tê armanc kirin ku daxwazên karkeran pêk neyên. Karker Onur Ulu ê 31 rojin di çalakiyê deye, diyar kir ku PETKÎM ji bo hîn zêdetir karê bi dest bixwe, dixwaze hêjmara karkeran kêm bike û malê erzan bikar bîne.

Li Navçeya Alîagaya Îzmîrê Socar A.Ş.tekela petrolê ya Azerbaycanê PETKÎM'ê dest bi hevdîtnên TÎS'ê kir. Piştî peymana tomarî (TÎS), li PETKÎM'a ji aliyê Soncar A.Ş. ya tekelapetrolê ya Azerbaycanê hat dîtin, karkerên PETKÎM'ê dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya kakeran di roja 4'an de didome. Karker bi biryarin heta mafê xwe bistînin çalakiyê bidomînin. Lijneya Dadgeha Bilind (YHK) hevdîtina peymana komî ya ku dê di 7'ê Tebaxê bi dawî bibûya, kişandin îro û îro dest bi hevdîtinan kirin. Bi vê yekê tê armanc kirin ku daxwazên karkeran bi cih neyên. Karkeran diyar kir ku heya daxwazên wan neyên cih, dê çalakiya wan bidome. Karkeran daxwaz kir ku mafê wan û karkerên din wekî hev be û ferqa di navbera bûhayê wan û karkerên din de bibe wekhev. Di heman demê de karkeran da zanîn ku ew peymana sê salan a kardêran qebûl nakin û wiha axivin: "Em dixwazin bûhayê karê me bê sererastkirin. Her ku karkerên PETKÎM'ê tên kêmkirin, kar zêdetir dibe û em necar dimînin ku hîn zêde kar bikin."

Karkeran da zanîn ku piştgirî ji bo çalakiya wan zêde nayê ditin û wiha axivîn: "Karsaz hewl didin çalakiya me bişkînin. Yên ku herî zêde alîkarî dan me, hevalên me yên ku ji kar hatibûn avêtin." Yek ji van karkeran Onur Ulu bi tena serê xwe 31 rojin li ber Şaxa Alîaga a Sendîkaya Îş Petrolê çalakiya rûniştinê pêk tîne û daxwaza karê xwe dike.

Ulu dest nîşan kir ku têkoşîna karkerên PETKÎM'ê mafdar e û wiha got: "Bi salane li PETKÎM'ê bêmafî di navbera bûhayê karkeran de heye. Bi vê yekê re gelek bêmafî çêbûn."

'LI SER PIŞTA KARKERAN KAR DIKIN'

Ulu ragihand ku di fabrîqeyê de heya roja îro wan mafên xwe bi têkoşînê bi dest xistiye û wiha pê de çû: "Xwediyên kar heya niha hemû madeyên ku di peymana komîde hatine nivîsandin, bi awayekê dildarî nedane wan. Bi têkoşînê ev yek me bi dest xistiye. Niha jî bi heman awayî nêzî daxwazên me nabin û dixwazin dema peymanê dirêjî sê salan bikin. Dixwazin qezenca bûhayê xwe wisan temam bikin û hîn zêdetir kar bi dest bixwin. Hêjmara karkeran kêm dikin û malên erzan bikar tînin."

Ulu diyar kir ku ger encamek ji hevdîtinên TÎS'ê derbikevin jî dê xwediyên kar dev ji projeyên xwe yên kedxariyê û êrîşan bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger li PETKÎM'ê berxwedana me bi ser bikeve jî em ê dîsan dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ez hevî dikim ku em hemû bi hev re qezenc bikin."


Cîhan Başakçîoglu / Ayşe Surme - dihaber