MÊRSÎN - Li Mêrsînê karkerên narinciyeyê destnîşan kirin ku, ew beramberiya keda xwe nagirin û wiha gotin:"Nan buha ye, yewmiye kêm e."
Li Taxa Dîkîlîtaşê ya Akdenîza Mêrsînê, karkerên narinciyeyê ji bo debara xwe bikin, li gel hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin. Kedkarên ku sibehê beriya roj hilê dikevin rê anîn ziman ku, ew beramberiya keda xwe wernagirin û ji bo bijîn ew vî karî dikin.
Çavûş cemberî Ercenk ê 35 sal berê ji Kurdistanê koç kir û ji bo xebatê hat herêma Çûkûrovayê anî ziman ku, ew şefeqê zû radibin û berê xwe didin nav erdan û wiha got:"Saet li dor 5'an em ji malê derdikevin. Em taştê xwe li ser erd dixwin û saet li dor 7'an em dest bi kar dikin. Nîvro em saetekê navberê didinê. Di wê molayê de em dubare xwarinê çêdikin, nimêja xwe dikin û piştî hinekî vehesandin dubare dixebitin û saet di çaran de dev ji kar berdidin." Ercenk dest nîşan kir ku, zivistanê şert û mercên karê wan zehmet e û got, ew li gel ew qas kedê 50 TL'yî qezenc dikin.
'NAN BUHA YE, YEWMIYE KÊM E'
Ercenk anî ziman ku, hin xwediyên fabrîqeyan jî karê berhevkirina narinciyeyê dikin û wiha got:"Xebata bi wan fabrîqeyan re zehmet e. Ji bo ew karkeran bi lez û bez bidin xebitandin, tim li ser serê karkera ne û lez dikin." Ercenk ragihand ku, zivistan ji bo karkeran zaf zehmet e û wiha got:"Dema zivistanê baran dibare, em perîşan dibin, her derê me dibe herî. Zaf serma ye, lê em ji mecbûrî dixebitin." Ercenk ragihand ku, berên ku wan sala çûyî berhev dikin û yên îsal berhev dikin, bi heman buhayî tên firtin û wiha got:"Salên çûyî kîloya mandalînayê bi 50 qurişî bû, îro jî bi 50 qurişî ye. Yanî di karê çandiniyê de tu qezenc nemaye." Ercenk anî ziman ku, wan berê di vî karî de qezenc dikir û wiha axivî:"Berê me bi yewmiya xwe her tişt dikirî, niha em nikarin bikirin. Nan buha ye, yewmiye kêm e. Îro her tişt buha bûye. Di van şert û şirûtan de tenê em dikarin îdare xwe bikin."
'ROJA EM NEÇIN KAR PERE TUNE YE'
Raşît Çoban ragihand ku, ew salê 4 mehan karê narinciyeyê dike û bê sîgorte dixebite û di mehên mayî de jî li gelek deverên cuda yên welat karkeriya demsaliyî dike. Çoban ragihand ku, roja karker neçe kar yewmiye nayê dayîn û got, ew zivistanê ji ber baranê mehê bes 20 rojî wan dikare biçe kar û diyar kir ku, ev rewş karker zaf ditengijîne. Çoban da zanîn ku, karkeriya çandiniyê bi zor û heft bela dikare debara malbatekê bike û wiha got:"di akrê çandiniyê de debara malbatê zehmet e. Hele kes di kirê de be, ev zehmetir e. Kirêya malê, fatûraya elektrîkê, ya avê filan û bêvan, ji xwe tiştek di dest de namîne."
'EM MECBÛR IN'
Hasan Gungor anî ziman ku, malbata ke wî ya 6 kesiyî heye û ew du zarokên xwe dide xwendin û got, karê çandiniyê zaf zehmet e û ew ji mevbûrî vî karî dike. Gungor wiha got:"Karê çandiniyê zaf zehmet e, lê ez mecbûr im bixebitim, zarokên min î divê wan bidim xwendin hene û malbateke min î divê debara wê bikim heye."