SEMSÛR - Li Kolika Semsûrê, cotkarên ku bi pereyekî zêde serayên xwe avakirin ji ber bi xesarê li serayan çandiniyê dikin û jinên karker jî ji ber rojê bi 30-35 TL'yî dixebitin, ji rewşa heyî bi gilî û gazinc in.
Li Tirkiyeyê ji ber rewşa zêdebûna Dolar û Ewûro, rê li ber krîza aborî nayê girtin û her diçe dijwartir dibe. Yên krîz bandorê lê dike jî cotkarên ku hîmê hilberînê ne. Cotkar diyar dikin ku, ew nikarin gubre, şitilan bikirin û fatûreyên xwe yî elektrîkê bidin. Yek ji van cotkaran Cîhan Îlyasoglû ye ku, li Kolika Semsûrê ev çar sala bi li ser erdekî 6 donimî bi karê serayê re bilî dibe û debara xwe dike. Îlyaoglû diyar kir ku, ev 2 salên dawî ye ji dêvla qezenckirinê dixisirin û got, berên ku ew bi kedeke mezin hildiberînin di biniya maliyetê re difiroşin.
‘ME 700 HEZAR TL MESREF KIR'
Îlyasoglû (34) yê bavê 3 zarokan diyar kir ku, ew 8 mehên salê bi avakirina pergala seraym û bi dest xistina beran re û 4 mehên din jî karê dezenfekte, tamîrê dikin û got, wî nêzî 700 hezar TL li serayê mesref kiriye. Îlyasoglû da zanîn ku, li gel ewqas kedê ji dêvla qezencê ew dixisirin û wiha axivî:"Piştî îxracat rawestiya, berên li serayên herêma Antalyayê digihên, berpêşî bazara Tirkiyeyê tên kirin. Ji ber vê buhayê beran ket. Bêyî mesrefên karkeran, heftê 4 hezar TL mesrefê me heye. Dema em berên xwe di bin 2 TL'yî re bifiroşin kulliyen xisare. Em bes dikarin di navbera 1-1.5 TL'yî de kirîgeran bibînin. Bazirgan bi 1.2 TL'yî ji me dikire, heta 2.5 TL'yî difiroşe. Tabî heta ev ber diçe marketan, xwe digihîne 5 TL'yî. Yanî em dixebitin, navbeynkar qezenc dikin."
JI BILÎ BENDEMAYÎNÊ TU ÇAREYA WAN TUNE YE
Îlyasoglû got, li gel ew berên biqalîte jî hildiberînin, lê bi buhayekî baş nikarin kirîgeran bibînin û wiha got:"Ji ber em beramberiya keda xwe wernagirin, em aciz dibin, êdî tê wê radeyê ku em êdî vî karî nekin. Ji ber me ewqas veberhênanî kiriye, ji neçarî didomînin. Lê em nizanin wê encam çi be. Êdî ji bilî bendemayînê tu çareya me tune ye. Mînak, li vir karker dixebitin. Li gor sezonê yewmiye diguhere. Ji ber niha em ji berên ku hildiberînin tiştekî qezenc nakin, karker jî nikare beramberiya keda xwe wergire. Li gel em nikarin zêde karkeran bixebitînin û bi ser de em li hemberî yên dixebitin jî mehcûb dimînin."
HEMÛ KARÎ EM JIN DIKIN
Medîne Polatli (48) ya havînan karkeriya demsaliyî ya mişmiş, findiq û hwd. dike, zivistanan jî li serayan dixebite. Polatli anî ziman ku, havînan ew û hevjînê xwe diçin karkeriya demsaliyî dikin û zivistanan jî tenî li serayê dixebitin û wiha got:"Ji ber hevjînê min kar nabîne, niha ez tenê dixebitim. Karekî zehmet e. Li vir hemû karî em jin dikin."
BERAMBERIYA KEDÊ 35 TL YE
Karkera bi navê Zubeyde Baylan (28) jî wiha got:"Em pîşî ji bo şitila firingiyan dirêj bibe, bi benik bi tawan ve girê didin. Pişt re, dema digihên em wan yeko yako dadixin. Ev kar, karekî zehmet e. Her kes nikare vî karî bike. Bi taybetî di dema berhevkirinê de, carinan dereng diqede. Li gel zehmetiya wê jî, em beramberiya keda xwe wernagirin. Heke ne ji mecbûrî be, kes di van şert û şirûtan bi vî pereyî naxebite. Çimkî, niha bi 30-35 TL'yî tu nikarî îçligegî jî bikirî. Lê belê em ji bo vî perî, ji sibehê heta êvarî ji neçarî dixebitin."