ÎZMÎR – Karkerê petrolê Onur Ulu piştî ji kar hat avêtin, 45 roj in ji bo vegere kar bi tenê di çalakiyê de ye. Ulu, diyar kir ku dê heta dawî têbikoşe. Ulu ku endamê Sendîkaya Petrol Îşê ye, ji ber bêdengiya sendikayê bi bertek e.
Kargeha PETKÎM'ê ya li navçeya Alîagayê ya Îzmîrê di bin banê Secar A.Ş. ya petrolên Azerbaycanê de xebatê dike, di 11'ê Gulanê de walîtiyê ji karmendan re lîsteyeke navan şand û Onur Ulu jî bi 24 kesan re bi hinceta "Ewlehiya kar" ji kar hat avêtin. Ulu 45 roj in ku ji bo vegere karê xwe di çalakiyê de ye. Ulu her sibe saet di 08.00'an de dema karker li PETKÎM'ê dest kar dikin, ew li ber fabrîqeyê disekine û piştre li ber Sendîkaya Karkerên Lastîk û Kîmya (Petrol-Îş) nobeta xwe dewam dike.
KARMEND JI KAR AVÊT, SENDÎKAYÊ TEMAŞE KIR
Ulu aşkera kir ku piştî wî serî li Walîtiya Îzmîrê daye, der barê xwe de tu lêpirsîn nedîtiye û wiha axivî: "Qeyda min paqij derket. Der barê min de tu sûcdarî tune. Ez terorîze kirim û ji kar avêtin. OHAL wek hincet hat nîşandan. Li wir tu delîleke şênber tune." Ulu da zanîn ku sendîkaya wan tenê daxuyanî daye û wiha domand: "Em ne li benda daxuyaniyeke wiha bûn. Divê sendikayê bi kesên ji kar hatin avêtin re bi rêxistinî tevbigeriya; lê ev bertek derneket pêş. Ji ber ev berteka rêxistinî derneket pêş, kardêr jî guh neda me."
BÊ QIDEMÎ JI KAR AVÊTIN
Ulu dest nîşan kir ku beyî ku îxbarek û bêqidemek hebe ew ji kar avêtine û wiha axivî: "ÎŞKUR'ê jî got ku 'bi exlaqî û niyeta baş' em ji kar avêtine. Ji ber vê em maeşê xwe yê bêkariyê jî nikarin bigirin. Em ji civakê îzole kirin. Peymana Kar Komî (TÎS) hebû. Di peymanê de heke kesek sûcekî neke, ew ji kar nedavêtin. Dema hikum dixwar, pişt re encamê xwe dida der. Bi avêtina 24 kesan ji PETKÎM'ê re peyamekî didin kesên dixebitin."
Ulu nerazîbûn nîşanî hewldana sendîkayê jî da û piştrast kir ku sendîkayê têkoşîn bi pêş nexistiye û anî ziman ku ji bo li PETKÎM'ê hêj zêdetir pere qazanc bikin û karkeran bi erzanî bidin xebitandin, hevkariya li wir parçe dikin. Ulu nerazîbûn nîşanî OHAL'ê jî da û piştrast kir ku OHAL bûye çeka patron û kardêran.
‘DIVÊ KARKER LI BER XWE BIDIN'
Ulu da zanîn ku ew li dijî paşveçûna Sendîkaya Pertorl Îşê ye û ew dê naxwaze sermayedar bi pêş bikevin û ev tişt got: "Dê çalakiya me teqez bi ser keve, dê ev ked badilhewa neçe. Ez bi vê berxwedanê dixwazim li Alîaga ji bo hemû karkeran bibim mînak. Divê çandeke berxwedanê bê avakirin. Ne xwe dê karker gelekî tengasiyê bikişînin. Divê karker li hemû qadan, li dijî şert û mercên zehmet bên gel hev."