KESK 'bernameya têkoşînê' derdixe

ENQERE - Lijmeya Giştî ya KESK'ê dê di roja duyemîn de zêdetir li ser nîqaşên navxweyî, pêşniyarên guhertinê raweste û bernameya têkoşînê zelal bike.

9'emîn Lijneya Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kekdarên Cemaweriyê (KESK), di roja duyemîn de li Otela Green Parkê didome. Di roja duyemîn de ji qada navneteweyî, ji hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê gelek kes beşdarî Lijneya Giştî bûn û mafê axaftinê girtin. Di axaftinan de têkoşîna hevpar ya çînî ya li dijî rejîma OHAL û KHK'ê derket pêş.

Dê îro zêdetir di Lijneya Giştî de nîqaşên navxweyî derkevin pêş, tê payîn hin kom pêşniyarên xwe bikin. Dîsa dê Xebatên Raporan bên nirxandin û dê li ser raporan di lehte û elehê de nîqaş bên bi pêş xistin. Her wiha tê gotin ku dê rêveberiya KESK'ê jî îro bê diyarkirin û piştî hevdîtinan dê zelal bibe.

Di Lijneya Giştî de dê guhertina tuzuka mecbûrî jî bê kirin, duh mijarên wekî rakirina hevserokatiyê û Meclisa KESK'ê jî hatibû rojevê û ev ji hêla Lijneya Giştî ve hatibû redkirin.

BERNAMEYA TÊKOŞÎNÊ DÊ ZELAL BE

Yek jî mijarên herî girîng dê îro di Lijneya Giştî de bê dîtin, bernameya têkoşînê ya rojên pêş e. Bernameya têkoşînê bi taybetî dê li ser wan kesên bi rêya rejîma OHAL û KHK'ê ji kar hatin avêtin raweste. Dê têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî li ber çavan bê girtin.

Dîsa rewşa Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî mijarên sereke yên lijneyê ye û di vê der bare de bangên hestewarî tên kirin.

Dê Lijneya Giştî ya KESK'ê sibê bi hilbijartinê bi dawî bibe.