Xizmetkarên tendurdistiyê xizmeta çandiniyê dikin

COLEMÊRG - Hevserokê Şaxa SES'ê Mûsa Bor û Serokê Şaxa BES'ê Cemal Balikesîr ku bi KHK'ê hatin îxrackirin li Colemêrgê bexdenûz, pîvaz, tirp, gîzer, nahne, garis, fasûle, xiyar, zebeş, xirtik, firingî, îsot, bacanên reş, petêx û hwd. danîn û niha li nav van zeviyan tevrikê dikin. Hevserokan wiha got: "Mirovê nehilberîner mirovê mirî ye."

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) a Colemêrgê Mûsa Bor û Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Colemêrgê Cemal Balikesîr ku bi KHK'ê hatin îxrackirin hem fealiyetên sendîkayê bi rê ve dibin hem jî li nav erd tevrikê dikin. Her du karkerên ku li nav zeviyên ku bexdenûz, pîvaz, tirp, gîzer, nahne, garis, fasûle, xiyar, zebeş, xirtik, firingî, îsot, bacanên reş, petêx û hwd. danîne dixebitin wiha dibêjin: "Mirovê nehilberîner mirovê mirî ye."

‘EM MECBÛR IN KU ALTERNATÎFAN BIAFIRÎNIN'

Mûsa Bor ku 27 salan li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê xebitiye, anî ziman ku zebze û fêkiyên ku wan li nav erdê ku li Taxa Karşiyakayê ne danîne hindik mane bigihên. Bor, dest nîşan kir ku ew di 22'yê Mijdara 2016'an de bi KHK'ê hatin îxrackirin û li gel her tiştî jî jiyana wan didome û wiha got: "Ji bo jiyanê me alternatîfek nû ji xwe re dît. Piştî ku em ji kar hatin avêtin wek gelek mirovan me jî dest bi cotkariyê kir, yanî em dubare vegeriyan jiyana ekolojîk."

‘EM TENÊ NEMAN'

Bor, anî ziman ku kesên li herêmê hatin îxrackirin li gor yên li rojavayê welat bisiûdtir in û wiha got: "Çimkî li rojavayê kesên ji kar tên avêtin bi pêvajoyên zehmet re rû bi rû dimînin. Kesên li wir piştî ji kar hatin avêtin ji xaniyên xwe yên bikirê jî hatin avêtin. Ketin rewşeke êdî nikarin di kuçeyan re bimeşin, danûstendinê bikin, lê belê gelê me xwedî li me derket. Di warê madî û manewî de em bi tenê nehiştin."

HÎN JÎ HEVSEROK E

Bor, diyar kir ku bêyî navber ew xebatên xwe yên sendîkayî jî bi rê ve dibin û wiha axivî: "Ez hîn jî Hevserokê Şaxa SES'ê ya Colemêrgê me. Li gel cotkariya xwe em xebatên xwe jî bênavber bi rê ve dibin."

‘EM WEK BAV Û KALÊN XWE VEGERIYAN AXÊ'

Cemal Balikesîr jî anî ziman ku erdê ku wan çandiye berê bi salan şûv maye. Balikesîr ku 10 salan karmendî kir wiha got: "Di dema memûriyetê em serê sibê di 8'an de radibûn û di 5'an de vedigeriyan. Min 10 salan li Defterdariya Colemêrgê karmendî kir. Dema ez karmend bûm, min Serokatiya Şaxa BES'ê jî dikir. Piştî ji jiyana karekî rûtin veqetiyam min got 'Mirovê nehilberîner mirovê mirî ye' û ji bo hilberîneriyê ez li hin riyan geriyam û me biryar da ku em vegerin karê bav û kalan; cotkarî, ekolojiyê. Niha me ji nû ve jiyan hembêz kiriye."

Balikesîr, anî ziman ku dema wan nû dest pê kiriye hin gumanên wan hebûne, lê belê bi demê re rewş guheriye û wiha axivî: "Ewil em zaf biheycan bûn û carinan jî em ditirsiyan. Çimkî, cara ewil bû ku me tevrik wergirt û me berê xwe da nav erd. Lê niha dema em dibînin ew tovên ku me çandine bûne şitil û em fêkiyên wan bi çavan dibînin ew tirsa me veguheriye bextewariyê. Me bi salan karmendî kir û em li ser maseyan xebitîn. Bi rastî jî em ji hilberîneriyê dûr ketibûn."