STENBOL - Protokola kar a her sal di navbera SGK û TMMOB'ê de tê nûkirin, li ser daxwaza SGK'ê bi yek alî hat fesihkirin. Serokê Şaxa TMMOB'ê ya Stnebolê Battal Kiliç, bertek nîşanî fesihkirina protokolê da û diyar kir ku protokola kar a mafê xebatkaran diparêze li ser daxwaza sermayedaran bi yek alî hatiye fesihkirin.
Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB) û Saziya Ewlehiya Civakî (SGK), ji sala 2012'an û heta niha her sal ji bo parastina mafê kedkaran protokola kar îmze dikin. Protokola Kar piştî "Guhertina Mewzûatê" SGK'ê mewzuat nîşan da û protokol bi yek alî fesih kir. Piştî ev protokol hat fesihkirin mafê sedan karkeran ji destê wan hat girtin.
Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxa TMMOB'ê ya Stenbolê Battal Kiliç da anîn ku xebatkarên TMMOB'ê her sal buçeya asgarî diyar dikin û radigihînin SGK'e, SGK jî li ser maşên ku hatine diyarkirin, prîman radizînin û wiha axivî: "Buçeya asgarî ya ku ji hêla TMMOB'e ve hatiye diyarkirin, hin alîgirên sermayeyê aciz dike. Bi vê protokolê hin mafên xebatkaran dikevin bin ewlehiyê, ji hêla din ve berjewendiyên dewletê tên parastin. Piştî alîgirên sermayeyê ji vê rewşê aciz bûn, dewletê jî di şevekê de protokol bi yek alî fesih kir."
'DEST JI ŞOPANDINÊ BERDAN'
Kiliç destnîşan kir ku wan bi "Protokola kar" karê xwe kontrol dikir û wiha pê de çû: "Tê îdiakirin ku mewzuetên SGK'ê hatine guhertin, lê di hevdîtinên ku me pêk anîn de tu mevzueta hatiye guhertin tune. Guhertina mevzuetê hincet e, heke hebe çima ji mere nehatiye ragihandin." Kiliç piştrast kir ku ji ber ku protokol hatiye fesihkirin, dê nikaribin ewlehiya kar bişopînin û ev yek jî bi xwe re karkerên bê wasif tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji derveyê endamên me, kesên zanîngeh qedandine jî li ser buçeya ku me diyar kiribû, ji cihên ku dixebitin ji xwe re sînorek diyar dikirin. Bi fesihkirina protokolê re şopandin ji holê rakirin. Ewlehiya xebatkaran jî ji holê rakirin. Li welatê ku her roj 4 karker jiyana xwe ji dest didin, şopandina kar çawa pêk tê hûn dizanin. Rewşeke vik û vala li holê ye."
Kiliç herî dawî da zanîn ku ew dê ji bo ewlehiya mafê xebatkaran têkoşînê berdewam bikin, got ku divê SGK paşve gav bavêje.
Elîf Çetîner - dîhaber