ENQERE - TUîK tenê li gorî daneyên fermî rêjeya belatiyê aşkere kir. TUÎK'ê bi sed hezaran betalên ku heviya xwe ji kar birîne li ber çavan negirt. Li gori daneyên TUÎK'ê li Tirkiye hêjmara betalan derket 3 milyon û 287 hezar kesan.
Saziya Îstatîstikan a Tirkiye (TUÎK) rêjeya betaliyê û kar ya meha Nîsanê aşkere kir. TUÎK bêyî hemû betalan aşkere bike tenê li gorî daneyên fermî hêjmara betalan aşkere kir. Lê bi sed hezaran betalên ku heviya xwe ji kar qut kirine li ber çavan negirt. TUÎK'ê rêjeya meha Nîsanê ya betalan aşkere kir. Li gorî meha nîsana sala par îsal 463 hezar betal zêde bûn û hêjmara betalan gihişt 3 milyon û 287 hezar kesan.