Her sibeh bi hêviya ku kar bibîne dertê, lê...

WAN – Huseyîn Duman, li Wanê bi karê înşaet û hemaliyê debara xwe dike. Duman ê 70 roj in tu kar nekiriye, diyar kir ku betalî pir zêde ye.

Li ber qehwexaneyeke li Taxa Şerefiyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, her sibeh gelek karker li hev kom dibin. Yek ji van karkeran jî Huseyîn Duman ê 57 salî ye. Duman ji 5’ê Gulanê û vir ve li benda xeberek xêrê ku karekî bike. Duman dest nîşan kir ku ji ber Rewşa Awarte (OHAL) her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û ji ber vê rewşê ew nikare nanekî jî bibe mala xwe. Duman diyar kir ku kes nayê qehwexaneyê karkera nagire û piştî ku OHAL’ê hatiye îlankirin êdî kar tune.

‘DESTVALA VEDIGERIM’

Duman da zanîn ku di salên 1990’î de ji gundê xwe û di sala 2016’an de jî ji karê xwe bûye û wiha got: “Em şeveqê zûtên ber qehwexaneyê. Heta êvarê li ser kursiyan rûdinên. Her roj em tên vir û dest vala vedigerin malê.” Duman aşkere kir ku ew bavê 9 zarokan e û ji karê hemaliyê bigire heta karê înşaetan hema çi bi dest keve dike.

‘JI 5’Ê GULANÊ HETA NIHA ROJEKÊ JÎ NEXEBITÎME’

Duman anî ziman ku wî ji gundê Ertûşê yê Çelê ya Colemêrgê koçî Wanê kiriye û wiha domand: “22 sal berê dema gundê me xerakirin em koçberî Wanê bûn. Li gund av, goşt, sotemenî, fêkî, sebze, şîr, mast û penêrê me bê pere bûn. Gelek zevî û pezê me hebûn. Dema gundê me şewitandin me hemû li wir hiştin û hatin vir. Me bi zorê canê xwe rizgar kir. Carek din em venegeriyan gund. Niha jî em li cihekî wisa rûdinên ku avê jî bi pereyan difiroşin me.”

‘REWŞA ME ŞERPEZE YE’

Duman got ku 70 roj e tê ber qehwexaneyê, lê karekî bi dest naxe û wiha derdê xizaniyê rave dike: “Ji serê sibê heta êvarê em hebê tizbehên xwe dikişînin. Salek beriya niha jî kar hebû û ji niha baştir bû. Lê niha kar tune ye em şerpeze ne. Her roj em tên vir û dest vala vedigerin mala xwe. 9 zarokên min hene. Cîran û xizmên min alîkariya me dikin."

‘HER ROJ BI HÊVIYEKÎ DERDIKEVIM’

Duman dest nîşan kir ku di 2010’an de di qezayeke karî de tiliyek destê wî jê bûye û wiha got: “Tiliya min wisa ye, yên ku min dibînin jî kar nadin min. Çi kar hebe ez ê bikim, lê tu kar nîne. Li gel vê extiyariya xwe jî her sibeh bi hêvîyeke ku ez ê karekî bibînim ji mal derdikevim.”