KESK: Dê OHAL û KHK biçin, em ê li vir bimînin

ENQERE – Rêveberiy KESK'ê û rêveberên sendikayên girêdayên wê, ji bo xeta têkoşînê ya nû binirxînin li hev civiyan. Berî civînê Hevserokê Giştî axaftinek kir û ev tişt got: "Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bi ser bikevin, dê OHAL û KHK biçin, em ê li vir bimînin."

Konfederasyon Sendîkayên Kedkar ên Cemaweriyê (KESK) di navbera 7-8-9'ê Tîrmehê de 9'emîn Lijneya Giştî ya Asayî pêk anî û Lijneya Rêveberiyê diyar kir, bi rêveberên sendikayên girêdayê xwe ve civînekê li dar dixe. Civîna ku dê nexşerê bê diyarkirin de, dê bi şiyara "Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bi ser kevin, dê OHAL û KHK biçin em ê li vir bin." dest bi têkoşîna nû bikin. Civîn li lokala Yekitiya Mulkiyeyê tê lidarxistin.