AMED/ÊLIH – Şaxên Genel Îş’ê yên Amed û Êlihê îxrackirina endamên xwe yên bi KHK’ê hatin îxrackirin şermezar kirin. Serokê Giştî yê Genel Îş’ê Remzî Çalişkan li Amedê diyar kir ku piştî OHAL’ê 961 endamên wan ji kar hatine avêtin û betal in.
Sendîkaya Genel Îş a girêdayî DÎSK’ê li Amedê û Êlihê li dijî KHK’iyan îxrackirina endamên xwe şermezar kirin. Li Amedê daxuyanî li Sendîkaya Genel Îş’ê hat dayîn. Rêveber û endamên sendîkayê amade bûn. Serokê Giştî yê Genel Îş’ê Remzî li vir axivî û wiha got: “Bi KHK’iyan li tevahiya Tirkiyê 306 endamên me hatin îxrackirin. Di serdema OHAL’ê de jî hezar û 961 endamên me bê kar man. Bi tayînkirina qeyûman re hezar û 448 endamên ji kar hatin derxistin. Akdiyên kar ên 513 endamên bi KHK’iyan fesh kirin.”
'LI DIJÎ KARKERAN BÊHIQÛQÎ’
Çalişkan destnîşan kir ku ew wek sendîkayê li dijî pêkanînên bêhiqûqiya li dijî mafê endamên xwe diparêzin û ev pêkanîn li dijî hiqûq, edaletê û di heman demê de li dijî hiqûqa gerdûnî ye û binpêkirina mafê mirovan e. Çalişkan da zanîn ku divê demildest îxrackirin û ji derxistina kar bên rawestandin û wiha domand: “Qey tu yê bêjî karkeran darbeya 15’ê Tîrmehê pêk aniye li hember wan pêkanînên dij hiqûqî tên meşandin. Bi deh hezaran xebatkar bêyî mafê wan li ber çavan bê girtin hatin îxrackirin. Nêzî 2 hezar endamên Genel Îş’ê jî bi vê bêhiqûqiyê re rû bi rû man.” Çalikan diyar kir ku rewşa welat ber bi ne başiyê ve diçe û ji demokrasî û hiqûqê dûr ketiye. Çalişkan xwest ku endamên wan yên ji kar hatine avêtin serî li Komîsyona Îtîraza OHAL’ê bidin.
ÊLIH
Li Êlihê jî Sendîkaya Genel Îş’ê bi heman armancê li ber avahiya sendîkayê çalakî li dar xist. Rêveberên sendîka û endamên wan ên ji kar hatin avêtin amade bûn û pankarta “Em ê radestî biryarên OHAL’ê nebin” hildan. Hevseroka Şaxa Genel Îş’ê ya Êlihê Narîn Erol a ku bi KHK’ya dawî ji kar hat îxrackirin anî ziman ku piştî îlankirina OHAL’ê û bi weşandina KHK’iyan bi hezaran karker û kedkar ji karê xwe bûn û malbatên wan hatin mexdûrkirin. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Êlihê Denîz Topkan jî daxuyanî xwend û got ku AKP dixwaze welat bi OHAL û KHK’iyan birêve bibe û weşandina KHK’iyan wek qirkirinê binav kir.