ÎZMÎR - Piştî 66 salan şûnde, cara ewil e ku di qada deryavaniyê de karkerên ÎZDENÎZ'ê ketin grevê. Karkeran, diyar kir ku herî zêde welatî piştevaniya wan dikin û wiha gotin: "Kesên dixwazin piştevaniya wan bikin bila li hejmarên 185 "Hemşeri Hatti" ya şaredariyê bigerin.
Piştî ku di hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) de, Sendîkaya Deryavanên Tirkiyeyê (TDS) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) ye û Şîrketa Anonîm a Veguhêzkarî, Turîzm û Bazirganiyê ya Kargêriya Deryayê ya Îzmîrê (ÎZDENÎZ) li hev nekirin, grev hat destpêkirin û greva karkeran di roja 9'emîn de ye. 250 karker tevlî grevê bûn. Her wiha karkeran hemû îskeleyên ferîbotan ên li Îzmîrê jî girtin. Li îskeleyên ku pankartên li ser "Li vî cihê kar grev heye" nivîsandî hatine daliqandin, karker bi şev û biroj nobetê digirin.
Beriya grevê rojê nêzî 300 hezar kes ferîbot bi kar dianîn, lê piştî grevê gihaniya ferîbotan bi temamî hatiye rawestandin û welatî mecbûr dimînin ku wesayîtên din bi kar bînin.
‘EM HEQÊ XWE DIXWAZIN'
Nûnerê Cihê Kar Alî Ekber Yildirim, diyar kir ku di qada deryavaniyê de piştî 66 salan şûnde cara ewil e ku grev çêdibe. Yildirim, bi bîr xist ku wan ji 1'ê Çileya 2017'an heta roja biryara grevê neh caran çalakiya rûniştinê li dar xistiye, lê belê tu encam bi dest nexistine.
Yildirim, anî ziman ku daxwazên wan hêsan in û ew ji bilî heqê xwe pêvtir doza tiştekî nakin. Yildirim wiha axivî: "Ji bo personelên bejahiyê ji sedî 9 û nîv zem û ji bo personelên behrê jî ji sedî sifir zem pêşniyarî me hatiye kirin. Yanî tê xwestin ku em bêyî zem peymanê îmze bikin. Dewletê bi xwe ji bo personelên bejahiyê zemeke ji sedî 12 û nîv daxuyand. Me jî doza zemeke kêm yanî ji sedî 15 kiriye."
Yildirim, diyar kir ku gel bi erênî nêzî wan dibe û ji wan re dibêjin "Hûn mafdar in. Em li gel we ne." Yildirim, anî ziman ku ev piştevaniya gel hêviyê dide wan û heta ku encam neyê wergirtin dê greva wan bidome.
Serdar Sûcû jî da zanîn ku welatî dikarin bi riya hejmarên 185 a "Hemşeri Hatti" ya şaredariyê piştevaniya wan bikin. Sûcû, diyar kir ku gel piştevaniya karkeran dike. Sûcû got ku hem karker hem jî gel ji aliyê şîrketa ÎZDENÎZ'ê ve tên mexdûrkirin û ji bo bidawîbûna vê mexdûriyetê piştevaniya gel muhîm e.
WELATÎ PIŞTEVANIYA KARKERAN DIKIN
Jina bi navê Hatice Aydinalp diyar kir ku ew piştevaniya karkeran dikin û ew di biryara xwe ya grevê de mafdar in. Gungor Aydogan jî diyar kir ku divê demildest daxwazên karkeran bi cih bên û peyman bê çêkirin. Aydogan dest nîşan kir ku bi tu awayî mexdûrkirina karkeran nayê qebûlkirin. Welatiyê bi navê Sînan Başbogan jî, diyar kir ku daxwazên karkeran daxwazên zaf maqûl in û li cem qezenca zêde ya şîrketên mezin ev daxwaz ne tu tişt in jî.