5 karkeran jiyana xwe ji dest da

EDENE - Li Edeneyê karkerên bi vînçê dixwestin sîwana febrîkeyê çêkir, halata vîncê qetiya û 5 karkeran jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin hemû karkerên ku jiyana xwe ji dest dane xizmên hev in.

Li Herêma Sanayî ya Haci Sabanci ya navçeya Sariçama Edeneyê karkeran dixwest banê febrîqeyekê çêkir, vîncê bi kar anîn û halata vîncê qetiya û 6 karker ji bilindahiya 10 metreyî de li erdê ketin. Hat gotin ku 6 karker ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji bo xebatê hatine herêmê, duh 4 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, îro jî li nexweşxaneyê karkerekî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku du ji wan birayên hev ên bi navê Murat û Mustafa Gumuş in û yên din jî xizmên wan ên bi navê Emrah Halîl Aslan, Faruk Kaya û kurapê wan Fehmî Kaya ne. Piştî otopsiyê cenazeyê karkeran şandin welatê wan. Hêj derbankirina Cengîz Kutlam berdewam dike.

Der barê bûyerê de ajovanê vîncê U.P., xwediê fîrmayê A.E. û rayedarê fîrmaya taşeron H.T. sewqî edliyeyê kirin.