ÎZMÎR – 23 karkerên ku bi hinceta sendîkayî ne ji Îzmîr Gazê hati avêtin. Karkeran bi çalakiyekê mafê xwe xwestin. Karkeran di çalakiyê de çima bûne sendîkayî, rewş vegotin.
23 karkerên endamê Sendîkaya Xebatkarên Av, Gaz û Ceryanê (Enerjî-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemweriyê (DÎSK), bi hinceta "sendîkayî ne" ji kar hatibûn avêtin, karkeran bi çalakiyekê ev rewş şermezar kir. Di çalakiya li ber Miduryeta Giştî ya Îzmîr Gazê pêk hat de, pankarta "Sendîka heq e, nayê astengkirin, em ji Îzmîr Gazê edaletê dixwazin" hat vekirin. Gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî jî piştgirî dan çalakiya karkeran.
Li ser navê karkeran Rêveberê Navenda Giştî ya Enerjî-Senê Tarik Yuce axivî û diyar kir ku ew hemû demsalan, beyî ku bêjin baran, serma û berf, pêwîstiyên îzmîriyan pêşwazî dikin û got ku sendîkayî mafê wan e. Yuce aşkera kir ku mafê sendîkayî bi makeqanûn û peymanên navneteweyî girtine bin ewlehiyê û wiha axivî: "Em li vir careke din tînin ziman. Rixmê hemû zordestî, tundî û bê hiqûqiyê jî dê dîsa jî karkerên Îzmîr Gazê bi ser kevin."