AMED – TUM BEL-SEN’ê ji kar derxistinên bi rêya KHK’a yên dawî şermezar kir û got: “Em ji dîwarê tirsê bihûrîn. Ji bo civak û welatekî lê bê jiyîn êdî bes e.”
Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê li dijî KHK’a dawî ku gelek endamên wan hatin îxrackirin bi daxuyaniya çapemeniyê nerazîbûn nîşan da. Daxuyanî li ber avahiya sendîkayê pêk hat û pankarta “Ji OHAL û KHK’iyan re na” hat hildan. Rêveber û nedamên hemû şaxên KESK’ê amade bûn û sloganên “Dê qeyûm biçin em ê bimînin”, “Desthilatdarî destê xwe ji ser karê me rake” û “Êrîş nikarin me bêzar bikin” berz kirin.
'ÎMPARATORIYÊ AVA DIKIN’
Sekreterê Giştî yê TUM BEL-SEN’ê Yilmaz Yildirimci daxuyanî da û destnîşan kir ku hemû lêgerîn û daxwaza maf ji bi tundiya polîsan tê çewisandin û got: “Edeta dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin. Dixwazin bi vê tirsê hemû civak li ber pergal dîktatoriya yek zilamî serî deyne.”
'EM JI TIRSÊ BIHÛRÎN’
Yildirimci da zanîn ku bi KHK herî dawî li gel 8 serokên şaxên sendikaya wan û 572 endamên wan bi hezaran kamend ji kar hatine îxrackirin û wiha domand: “Ji dîwarê tirsê hat bihûrandin. Ji bo civakek û welatek em dikaribin bijîn, êdî bes e.”
‘EM Ê BISERKEVIN’
Endama Rêveberiya Navendî ya KESK’ê Elîf Çuhader jî bibîr xist ku di salek OHAL’ê de 26 KHK hatine weşandin û wiha lê zêde kir: “Desthilatdarî her tiştî li gorî dixwe dike yek. Pergala yekbûnê ava dike. Em wek KESK’ê ev bû 25 sale dibêjin ne karmendê dewlet û hikûmetê ne û viya jî aşkare dibêjin. Em kedkarê cemaweriyê ne. Ji bo herkesî edalet. Em ê li dijî hemû cezayê dane kedkaran derbikevin û îtîrazan bikin. Em dizanin ev lîste ji aliyê kî ve hatine amadekirin. Dîrokê nîşanî me daye tu demê pêkanînên faşîzmê heta dawiyê dewam nekiriye. Dê tu demê tekparêzî bi sernekeve û ji bilî demokrasiyê tu şans tune ye.”
Daxuyanî bi berzkirina slogana “Gelê Sûrê ne bi tenê ye” bi dawî bû.